Kayıtlar

2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Wêje Jêderka Herî Girîng a ku Pêwîst e Mirov Serî lê Bide

Resim
Wêje, di wateya giştî de zanisteke ku jiyana mirovahiyê ji bo me dide nasîn û fêmkirin. Mijara wêjeyê, bi hemû aliyên xwe ve paşeroja mirovahiyê ye. Wêje, bingeha xwe ji jiyana exlaqê baş digire. Exlaq, hêza fikirîna hevpar a civakê ye û wijdana civakê ye. Ji raveyên raman, bûyer, hest û xeyalan bi gotin an bi nivîskî ji bo xwendevan an jî guhdarên xwe bihest, coş, kêfxweşî, zewq û bedewiyeke bilind radighinê re ‘’wêje’’ tê gotin. Wêje, tê wateya pîşekarî, lêkolîn û rêkupêkbûnê. Peyva wêje ya ku di zimanê erebî de wekî edeb tê binavkirin tê wateya birêkûpêkî û pîvanbûnê. Ji berhemên bi vê armancê hatin derxistin re berhemên wêjeyî tê gotin. Wekî tê zanîn gelek hêz û dînamîk dibin sedema pêşketina civakan. Ez ê zêde li ser vê nesekinim. Çimkî ez naxwazim nivîs zêde dirêj bibe, lê ez dixwazim hinekî jî behsa girîngiya wêjeyê bikim. Wêje, ji aliyên xwe yên heyberî û giyanî ve pireke di navbera demên borî û dema bê ya civakê de hatî sazkirin û goftûgoyeke berdewam e. Wêje, xweşiki

Xwe ji Kendalê Melodiyên Kilaman de Davêjim

Resim
Ji rojan re kul im bêminet dikevim cirnê êşê serê xwe didim ber xençeran û deh caran xwe dikujim bi wêneyê te yê nîvîmayî yê ku min bi zorê ji te standî xwe ji nû ve format dikim her roj serê xwe dixim belayê bi belawelayan re bi zimanê xwe yê nîvzindî dîfaê hebûna te dikim ez nizanim ez ê çi xweliyê li serê xwe bikim ji bilî te ez di hemêza her şeveke bîj de radizêm û xwe ji kendalê melodiyên kilaman de davêjim... Bawer Agirî

Peyivîn Qedexe ye

Resim
Bajarê ku ez lê me tirsonek e hez li rojê jî nikare bi azad bigere li jiyanê gefan dixwin peyivîn qedexe ye laşên pisîkên bêxwedî di binê lastîkên erebeyên lezgîn de diperçiqin li sûkan mirov ji ber gaza pîşesaziya ne pêwîst difetisin kirîza dilan bûye jirêzê mirin erzan erzan digere li fêzê li bajarê ku ez lê me her tişt lezgîn e ajokar, dikandar, mendîlfiroş û avfiroş li vir hevfiroş jî pir in... ez navê te ji xwe re dikim ''pîroz'' çavên te ji xwe re dikim ''qiblegeh'' kefa destê te ji xwe re dikim ''jîngeh'' xwedawenda bedewiyê! hinekî din jî sebirê bide min... Bawer Agirî

Divê Em di Ferhengan de Zayend û Cureyên Peyvan Nîşan Bidin

Resim
Ji bo zimanekî nivîskî sê tişt girîng in: alfabe, ferheng, rêziman... Ez niha naxwazim behsa alfabe û rêziman bikim, lê ez ê hewl bidim çend gotinan li ser ferhengan bibêjim. Dema ku mirov bi giştî li ferhengên kurdî dinêre, piraniya wan bi awayekî amator hatine amadekirin. Bi taybetî jî ferhengên li ser înternetê. Rixmê ku zimanzanên me gelek caran gotine divê zayenda navdêran (navan) di ferhengan de bê nîşandan, lê mixabin kesî zêde guh nedaye wan, kê çawa xwestiye wisa ferheng  amade kiriye. Gelek kesan an li gorî devoka xwe yan jî li ku peyv dîtiye li ferhengê zêde kiriye. Ez bi xwe çend kesên amator ên der barê ziman de qet agahiyên wan nîn in ên li ser înternetê ferheng amade kirine, nas dikim.  Bêgûman wan xwastiye xizmetê ji zimanê kurdî re bikin, lê vê yekê ji xizmetê zêdetir tevlihevî bi xwe re anîne. Divê bê zanîn ku em karên wiha girîng ji kesên ehlê vî karî re bihêlin baştir e. Her wiha divê qet nebe berî ku em xebateke mîna ferhengê girîng amade bikin, divê em der

Tîpa Dubare

Resim
Di kurdî de tîpa dubare nîn e. Lê gava bêjeyeke hevedudanî yan jî peyveke dariştî bê çêkirin, tîpa dubare tê nivîsandin. Ji ber ku bi ketina tîpekê  peyv wateya xwe ji dest dide, divê em bêjeyan wekî wan binivîsin. Lê ji bo tîpên ‘’l’’ û ‘’r’’yê pêwîst nake mirov du heb ji wan li cem hev binivîse. Her wekî gellek, millet, pirr, sirr, gurr . Heke em bi vî awayî binivîsin dê tevlihevî  zêdetir bibe. Wê demê divê em ji bo bêjeya /şerrawestandin/ê sê-çar ‘’r’’yan binivîsin her wekî /şerrrrawestandin/. Me li jorê got ku tîpa dubare nîn e, lê ev yek bi tenê ji bo peyvên sade derbas dibe. Bo nimûne di bêjeyên sade de dema ku tîpên d/t hebin, di payeya hevrûkirinê de yek ji wan dikeve. Sedema vê yekê jî ji ber ku jêderka wan nêzî hev e, bilêvkirina wê dijwar e. Mînak: dewlemendtir dibe delementir bilindtir dibe bilintir Em ji bo bêjeyên hevedudanî jî çend mînakan bidin. Dema ku mirov bêjeya /serok/ û bêjeya /komar/bide ber hev dibe /serokkomar/. Gava em tîpa dubare ji bêjeya he

Kurteya Pevguherîna Dengan

Resim
Ji ber ku ev demeke dirêj e kurdî di bin dagirkerî û qedeqeyeke mezin de ye, derfeta perwerdehiyê nedîtiye. Ji ber vê yekê gelek peyv li gorî herêman cuda tên bilêvkirin. Bêguman di her zimanî de zarava û devok hene, lê rewşa kurdî ya taybet ji wan zimanan vediqete. Mirov dikare sedema vê yekê bi dehan mînakan nîşan bide. Rewşa kurdan a perçebûyî, nebûna perwerdehiya giştî, xedexe, zext û oto-asîmîlasyon û hwd hiştiye ku di kurmancî de gelek peyv bi awayên cuda bên bilêvkirin heta di nivîsan de jî bên nivîsandin. Em ê niha hinek peyvên ku bi çend awayan tên bilêvkirin raberî we bikin. Ji bo zelalkirina mijarê em ê bi kurtasî çend dengên ku di kurmancî de bi hev diguherin wekî mînak nîşan bidin. /a/ û /e/ fam/fehm pan/pehn tat/teht Di zimanê devkî de peyvên bi vî rengî gelek in. Li vê derê /a/ li /e/yê dadigere, dengê /h/yê jî tê pêşiya wê. /fehm/ di erebî de jî /fehm/ e. /a/ û /ê/ da/dê cas/cês ra/rê Rêjaya van peyvan pir kêm e. Peyva /cas/ bi erebî  ‘’cas/cis’’, pe

Çillek, Dizzek, Virrek

Resim
Ez beriya niha li ser vê mijara ku hûn ê niha li jêrê bixwînin fikirîm, lê min navek lê nekir û wisa di cih de hişt. Min duh ji bo mijara tîpa dubare hinek lêkolîn dikirin, ez dîsa rastî wê mijarê hatim. M. Mistefa Reşît ji pirtûka M. Deham Evdilfetah çend mînak wergirtine. Ew mînakên ku divê em wan belav bikin û ji xwe re wekî mînak bigirin ev in; /çillek/, /dizzek/, /virrek/ û hwd. Ez ê zêde nivîsê dirêj nekim û ji bilî çend guhartinên biçûk destê xwe nedim nivîsê û bi wî awayî pêşkêşî we bikim. M. Deham ji bo ku em van bêjeyan di nivîsên xwe de bi kar bînin, nimûneyên baş dane. Wekî mînak em pêşî bala xwe bidin bêjeyên /diz/, /dizek û /dizzek/. Ew kesê ku dizî kiriye, em jê re /diz/ dibêjin. Gava ev navdêr nebinavkirî be, wê demê /dizek/ dibêjin. Lê gava ev mirovê diz her dem diziyê bike, wê demê em jê re /dizzek/ dibêjin. Bi rastî jî divê em li vir navdêra nebinavkirî /dizek/ û navdêra /dizzek/ ya di wateya ku her dem diziyê dike, ji hev cuda binivîsîn. Bilêvkirina wan jî n

Mijara Wêjeyê

Resim
Mijara wêjeyê; bi giştî mirov e, bi taybetî civak e. Wekî rêberê gelê kurd A.Ocalan jî dibêje, “Huner û wêje du amûr in ku bêyî wan civak nabe.” Wêje ne tenê wênekêşana jiyanê ye, di heman demê de pêwîst e wêje gel pêş bixe û ji gel re xizmetê bike. Heke wêje ne ji bo pêşxistina civakê be ne di berjewendiya gel de ye. Yê gel nas neke, birînên wan nebîne û êşa wan nekişîne nikare wêje û dîroka wan jî binivîse. Li gorî vê wêje, çavkaniya afirandina mirov û civakê û her wiha afirandina rêzdayîna wan e.

Ji pirkîteyan weriyame

Resim

Mestûre Kurdistanî (1805-1845)

Resim
Min  ew  jinem  ke  le  pakî le serûy hemîwanim, Le  hemû  xêlê  jinan  de  niyekes  hawşanim Le  jêr  serwênekem de  serê  ke hêjay  tac, Belam  le  zebrî  zeman  waqetî  sîdewranim Li  ser  jiyana  Mestûre  Xan,  çend  rêzik  li  bin  peykerê  wê  wiha  hatiye nivîsandin û  dane  nasîn: “Şair,  nivîskar  û  destrengîna    bi  nav  û  deng  ya  Kurd  Mah  ŞerefXatûn,  tê nasîn  wekî  Mestûre  di  sala  1805‟î  zayînî  li  bajarê  Sine  hatiye  dinya yê. Di    zaroktiyê  de  danîne  ber  xwendinê  û  pê gihiştiye.  Bûye  zanayeke  mezin, wêjevanek  têgihiştî  û  helbestvaneke  bi  nav  û  deng.  Mestûre  di  dîrok  nivîsinê  de yekemîn  jin e  di  cîhanê  de  û  her  wiha  yekemîn    jina  musulman e  ku  şerî‟et  nivîsiye. Ew  zanyar  43  sal  jiyaye  û di  sala  1845'an  de  li  bajarê  Silêmaniyê  çûye  ber  dilovaniya Xwedê.” Li  gorî  dîrokên  li  jor  sê  sal  ferq  di  navbera  bûyîn  û  koça  Mestûrê  de  heye. Mah  Şerefxanim  Kurdistanî  xêzana  mîrê  Erdelanê  Xos

Natûralîzm (xwezaparêzî)

Resim
Naturalîzm herikandineke wêjeyî di sedsala XIX’an de, li Fransayê dest pê kiriye. Rêberê herikandina naturalîzmê Emîle Zola ye, naturalîzm û realîzm wekî hev tên hesibandin. Li gorî naturalîzmê her tişt bi mirov û bûyerên xwezayî ve girêdayî ne. Bi taybetî li ser bingeha rastiyê hatiye avakirin. Li gorî felsefê li ser bingeha meteryalîzmê bilind bûye. Rêgezên wê: 1- Ev herikîn awayekî zêdeker ê realîzmê ye. 2- Hunermendê wê bûyer û kesan bi çavê kesê zana lêkolîn dike û ji têgihandina aliyên wan ên xirab nareve. 3- Nivîskar ji rêgezên bûyerên biyolojîk ên wekî sedem û encameke diyar dikeve rê û vê di wêjeyê de pêk tîne. 4- Destûra ku dibêjin huner kopyaya xwezayê ye, hawêj dike. 5- Li gel nivîskarê wê lêhatina tov, bandora hawîrdorê ya li ser mergê mirov; pesertina taqîkirinê û çavdêrîkirin girîng in.

Realîzm (sedsala XIX’an)

Resim
Realîzm di sedsala XIX’an de derketiye holê. Realizm herikandina wêjeyî ya bi rastiyê ve girêdayî heta tê wateya rastiyê jî. Realizm dixwaze nivîskarê wê jiyan her wekî heyî bigre dest û guhartinê li gel wê çêneke. Li gorî realîzmê divê nivîskar rast be. Divê li ser  hîmê rastiyê tev bigere. Ne ku li ser xeyalan be. Balzac, Gustav Flober, Standal û hwd nivîskarên navdar ên pêşevan û parêzvanên realizmê ne. Rêgezên Realîzmê: 1- Girîngiyê dide belge û çavdêriyan. 2-  Di jiyana rojane de bûyerên rastî çêbûyî û mirovên di wan bûyeran de cih girtî wekî heyî dide têgihandin. 3- Wêneyîkirina hawîrdor, têgihandina toreyên civakî girîngiyê qezenç dikin. Li gel wêneyîkirinê bûyer bêwate dibe. 4- Nivîskar nêrînên xwe yên kesî vedişêre. Bûyer û lehengên bûyerê bi awayekî bêalî dide têgihandin. 5- Armanca hîndekariyê nîn e. Huner ji bo hunerê ye. 6- Di têgihandina bûyeran de, têkiliyên sedem û encamê bingeh digre. 7- Uslûbê wê vekirî û ne ji ber xwe ve çêkiriye.

Miradxanê Bazîdî (1737-1785)

Resim
Miradxanê Bazîdî di sala 1743’an de li bajarê Bazîda kevin ji dayîk bûye. Berî ku em der barê Miradxan de agahiyan bidin, em ji bajarê wî Bazîdê hinekî agahiyan bidin û rola vî bajarî ya di warê wêjevanên kurd de bizanibin. Bazîd di dîroka wêjeya kurd de cihekî xwe yê girîng heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd bi nav kirine. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrê rojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Qesra Îshaq Paşa di navbera her du bajaran de cih digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêş ket û bajarê kevin hat ruxandin. Taybetmendiya Bazîdê ji bo kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wir bi cih bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihiştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi

Kurdî (1809-1849)

Resim
Dil Xemgîn e Dilhinav birîndar e dil xemgîn e bê te  Serê min gêj e canê min bê can e bê te Xewa min bê hişî ye bergê min palas e Xureka min xwîn e şadiya min şîn e bê te Ji çav işq û ji dil ah û keder bê te  Tîrê tofan e ba û baran e bê te  Ciyê min sehra ye wehşyar im û hevdem Dirk û refş û gewen e balgiyê bê te  Ji işq û aha sar û awêna dil  Cemala zer û reş rengîn e bê te  Serê min mestûr û singa min ceng e dil Xefet yar û meqam nalîn e bê te  Kebab-dilxwîn meyê saqî feraqê te Qedeh çav û me zem esrîn e bê te  Hinav-gulzar û xwîn-gul baxevan-dil Fîxan-bibil cefa per jîn e bê te  Zivistan mêla te peyîz birê min  Biharê em ûmûd in havînê bê te  Awa ez bûm şah û siltan û welî  Tu xwedî can qet najî bê te  Ferheng Gewen: Merşika mû dirêj  Dirk: Dirî  Refş: tiştê ne aheng tê danîn   Fîxan: Xurîna bilbil   Saqî: Meyger  Qedeh: Şûşe   Ûmûd: Hêvî  Ah: Maf  Mestûr: Nixûmandî  Meqam: Cih  Feraq: Kovik  Zem: avêt  Cefa:Jan 

Di Wêjeya Kurdî de Rola Bazîdê

Resim
Bazîd di dîroka wêjeya kurd de cihekî xwe yê girîng heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd bi nav kirine. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrê rojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Qesra Îshaq Paşa di navbera her du bajaran de cih digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêş ket û bajarê kevin hat ruxandin. Taybetmendiya Bazîdê ji bo kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wir bi cih bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihiştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî Mirad Xan e. Digel Mirad Xan helbestvan û wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihiştin ev in: Îsmayîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv. Li Medreseya Bazîdê ku Ehmedê Xanî pirtûkxaneyek me

Romantîzm

Resim
Romatîzm li Fransayê di sala 1830yî de pêş ketiye û wekî reaksîyona li dijî klasîzmê derketiye holê. Li gorî parêzvanên romantîzmê ji kesên dilpak xirabî çênabe. Dîsa li gorî wan li cîhanê xirabî tune be, cîhan dê gelekî xweş bibe; wê demê mirov dê bextewar bibin. Gelek nivîskarên navdar ên wekî Godhave (alman), Lond Byron (îngilîz),Vîktor Hûgo (fransiz), romantîzm dane destpêkirin. Romantîzm peyveke almanî ye. Ji ''die Romantik'' hatiye dariştin. Bi taybetî bi afirandina berhemên Vîktor Hûgo hîn bêtir xurt bûye. Romantîzm berhemên civakê hildide dest û bi hest û xeyalan dixemilîne û pêşkêşî civakê dike. Li gorî romantîzmê xweşikbûn ji beriya her tiştî tê. Bi vê boneyê girîngiyeke gelekî mezin dide xweşikbûna hest û xeyalan. Rêgezên wê yên bingehîn ev in: 1- Bingeha romantîzmê hest û xeyal in. Romantîzm li ser bingeha hest û xeyalan an jî bi dilşadbûnê tê. 2- Mijarên xwe ji dîrokê, çanda gel û wêjeya hemdem digre. Hunermend di berhemên xwe de evîndarî, xwe

Klasîzm

Resim
Têkiliyên   di   Navbera   Herikîna   Wêje  û  Herikîna   Hizirê  de   Gelek   nivîskar   û  helbestvan   an  bûne   pêşengê   herikîn a   hizirî  yan  jî   di   nava   herikînek e   hizirî   de   cih   girtine .  Wêjevan   di   heman   demê   de   mirovên  hizirînê  ne .  Bi  derketin  û  pêşketina   hizirê  re  wêje   jî   pêş   ket .  Di   zimanê  me de  ji   ber   ku   wêje   xwediyê   bingehek e   dewlemend  e; ev  rewş   zûtir   pêk   hat .  Li   aliyê  din,  guhartin  û  pêşketinên   wêjeya   c îhan ê   jî   bandorek e   erênî   li  ser  pêşketina   wêjeya   k urdî   jî  kir.  Ka   çawa   di   nîv eka   sedsala   XVII’an  de  ronesa ns ê   rê   li   ber   derketina   klasîzmê   vekir ,  li   hemberî   derketina   klasîzmê   romantîzm ;  li   hemberî   romantîzmê   realîzm   bi   r êz ê  ve  natûralzîm ,  panralîzm   derketin   holê .  Li   hemberî   van   herikînên   wêjeyî   sembolîzm   derket   holê .   Bi   vî   rengî   bi   derketina  her  herikînek e   hizirî