Kayıtlar

2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Kurteya Tongue Fuyê

Resim
Têkiliyên di navbera mirovan de her ku diçe qut dibin. Şûna ku mirov pirsgirêkên xwe bi axaftinê çareser bikin, dixwazin bi êrîşên peyvkî yan jî yên fîzîkî çareser bikin. Gelo sedemên vê   çi ne? Elbet mirov dikare hezar sedeman   rêz bike, lê ez niha naxwazim qala wan sedeman bikim, ez hez dikim qala pirtûka Sam Horn a bi navê “Tongue Fu”yê(hunera şerê peyvkî) bikim. “Tongue Fo dibêje ku şûna ku em li benda sîsteman bisekinin ew me baş perwerde bikin, em dikarin wekî kes li gorî derfetên xwe, xwe pêş bixin. Bi vê armancê dibe alîkar ku mirov çawa dikare xwe li hemberî mirovên ‘’dijwar’’ biparêze. Wekî tê zanîn di cîhanê de, li her welatî mirovên zor û dijwar hene. Ji bo mirov helwesteke rast nîşanî wan bide, ji bo bi wan bide fêmkirin ku kirinên wan çewt in, divê hinek rêbazên xweparastinê zanibe. A ev pirtûk dibe alîkar ku mirov xwe li hemberî neheqiyê biparêze. Her wiha agahiyên girîng dide mirov. Pirtûk ji Weşanên Boynerê derketiye û 289 rûpel in. Mirov dikare li ser înter

Food Porn Çi ye?

Resim
Ev nav her çi qas erotîk û seksê bîne mirov jî, di van salên dawî de restoranên mezin çi yên di nav welatekî de, çi jî yên navneteweyî ji bo xwarinên xwe di hişê mirovan de bi awayekî bandorker bi cî bikin, makîneyên wêneyan û kamerayên herî pêşketî bi kar tînin. Şûna ku bi awayekî asayî reklamên xwarinên xwe bikin, bi zanebûn û hostayî wêne û dîmenên xwarinan di kêliya herî dilkêş û biçêj de dikêşin û her wekî ew wêne yan jî dîmen jirêzê ye, belav dikin. Bi vê ve gêrêdayî bi liv û tevgerên ecêb yên ku nefsa mirov radikin û madê mirov vedikin bi kar tînin. A ji vê yekê re dibêjin ''Food Porn''. Restoranên mezin berê dema ku kamera û makîneyên pîkselên wan baş nîn bûn(makîneyan wêne reş û spî derdixistin), reklamên xwe di rojname û kovaran de belav dikirin. Lê niha rewş hatiye guhartin. Niha makîneyên wêneyan ên pîkselên wan baş û kamerayên herî pêşketî derketine. Bi vê ve girêdayî sosyal medyayê jî pir baş bi kar tînin. Ev hemû deref dihêlin ku sermayedar li her der

Divê Kî di Halê Xwe de Bigirî?

Resim
Mêrên ku di bin navê azadiya jinê de xwe dikujin, divê pêşî di halê xwe de bigirîn. Çima? Bakteriyên ku di rûviyên zilam de hene, nîvê wan di rûviyên jinê de hene. Yanê heke bi giştî di rûviyên zilam de kîloyek bakterî hebe, ev rêje di jinê de nîv kîlo ye. Ev jî tê wê wateyê ku tenduristiya jinan ji ya zilaman baştir e. Hûn qet meraq nakin jin çima ji zilaman zêdetir dijîn? Ez bawer im vê mijarê bala we jî kişandiye, lê we li ser vê lêkolîn nekiriye. Di vir de mijara me ne temendirêjî ye. Ji ber vê yekê em vê daynin aliyekî. Her wekî min li jorê jî got bakterî di rûviyên mêran de zêdetir hene ev yek; a duyemîn gaza ku di mîda zilam de heye, ji ya jinê zêdetir e. Mirov di vir de fêm dike ku avantajên jinan ji yên zilaman zêdetir in. Îcar hesab bikin divê kî di halê xwe de bigirî!.. Elbet avantajên mêran jî hene, lê ev niha ne mijara me ye... Bawer Agirî

FOMO çi ye? Em Çawa Dikarin Xwe jê Biparêzin?

Resim
Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, em bi henekekê dest pê bikin. Em bibêjin hûn wateya FOMOyê nizanin. Kesek ji we re dibêje, ‘’tu fomo yî’’ hûn ê çi bikin? Îhtîmaleke mezin e  ji ber ku hûn wateya wê nizanin, hûn ê vê gotinê lê vegerînin û heta hûn ê çend dijûnan jî bidin ser.:) Lê meraq nekin, ev ne dijûn e. Ev mijareke pir girîng e û divê em baş bixwînin. Em werin ser pirsa xwe. Fomo çi ye? Fomo  kurteya îngîlîzî ya ‘’Fear of missing out/fîir af mîsîng aût’’ e. Tê wateya tirsa windakirinê, tirsa ji pêşketinan mayîn. Têgiha ‘’FOMO’’ di sala 2013an de ketiye ferhenga Oxfordê. Gelek kes serê sibê radibin, berî ku rûyê xwe bişûn û taştê bixwin,li hinek tiştên pir girîng dinêrin! Bi rastî jî ew tişt pir girîng in? Bê guman na. Telefonê hildidin destê xwe, pêşî li peyaman dinêrin, paşê jî çavên xwe li sosyal medyayê digerînin. Di facebookê de dest pê dikin... Ka kê di binê wêneyê ku min duh êvarê parve kiribû de şîrove kiriye. Dûre li twîtterê dinêrin. Kê çi parve kiriye û çi

Pomodoro çi ye? Bi Rêbaza Pomodoroyê Wane û Karên Xwe bi Hêsanî Bikin

Resim
Dema ku hûn dil dikin  waneyên xwe çêkin an jî karekî din bikin hi şê we diçe cihekî din? Hûn nikarin rojane dema xwe kontrol û saz bikin? Hûn xwendekar, bernamenûs, nivîskar, rêveber, mamoste û parêzer in? Qet ferq nake. Ez ê ji we re qala rêbaza Pomodoroyê bikim. Hûn ê bi vê rêbazê bikaribin karên xwe bi rêk û pêk pêk bînin. Em dest pê bikin… Gelek caran hatiye serê we jî. Dema ku mirov hez dike karekî bike yan jî waneya xwe çêke, cardin dev ji wî ramanî berdide. Lê teqez divê mirov karê xwe bike û xilas bike. Hin kes nizanin rojane dema xwe saz bikin. Difikirin ku yê karê xwe kengê û bi çi awayî xilas  bikin.  Morelê wan xirab dibe, ji kar an jî ji waneyê sar dibin.  A di vir de rêbaza Pomodoroyê  dikeve dewrê.   Pomodoro çi ye? Di sala 1980ê de ciwanekî îtalî yê  bi navê   Francesco Cîrîllo dikeve wê ferqê ku nikare dema xwe li gorî karê xwe saz bike. Paşê difikire ku dê vê pirsgirêkê çawa çareser bike. Di dema fikirandinê de li mitbexê ye. Ji nişkê ve kronometrey

Avakerê Civaka Mezaxê Edward Bernays

Resim
Avakerê Civaka Mezaxê Edward Bernays: 1- Cara yekemîn  jin bi komî teşwîqî kişandina cixarê kirine. 2- Di şerê cîhanê yê yekemîn de civaka Amerîkayê îknayê ''Amerîka ji bo demokrasiyê mezintirîn û guncawtirîn hêz e'' kiriye. Edward Bernays cara yekemîn di sala 1923an de pirtûkek bi navê ”Cyristallizing Public Opinion”(têkiliyên bi gel re) nivîsiye. Avakerê '"mirov çawa dikare bandorê li ser civakê bike'' ye. Yanê ev zilam baqiltir kes e ku karibûye di warê psîkolojîk de bandorê li ser civakê bike.  Jê re ''birêvebirina hişmendiyê'' jî tê gotin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de civaka Amerîkayê îknayê ''Amerîka ji bo demokrasiyê Mezintirîn û guncawtirîn hêz e'' kiriye. Her wiha Edward Bernays ji bo jin di nav civakê de yan jî li cihên qelebalix cixarê bikêşin, bi şîrketa cixarê re xebitiye. Xwediyê şîrketa cixarê her tim jê xwestiye ku ew ji bo firotina cixarê alîkariya wan bike. Xwediyê şîrketê gelek caran ji Edward la

Li Tirkiyê Rewşa Penaberên Sûriyeyê Ne baş e

Resim
Kesên ku ji ber şerê Sûriyê revîne Tirkiyê muameleyeke gelekî ne baş dibînin. Bi taybetî jî karkerên sûrî rastî neheqiyên mezin tên. Mirov dikare bi kurtasî neheqiyên li dijî penaberan tên kirin wiha rêz bike, 1- Meaş hindik didin wan 2- Zêde tên xebitandin 3- Perê wan di wext de nadin (du mehan carekê yan jî zêdetir) 4- Li gorî karkerên xwecihî zêdetir rastî tacîz û neheqiyan tên 5- Kes zû bi zû xanî nade wan bidin jî xaniyên ne baş didin û kirê zêde distînin Mirov dikare gelek tiştên din jî rêz bike. Berî şerê Sûriyê tirkan ev neheqî li kurdan dikirin, lê piştî ku penaberên Sûriyê zêde bûn, kurd ketin asta duyemîn. Divê mirov vê jî bibêje ne tenê tirkên ku kar didin penaberan neheqiyê li wan dikin, piranî kurd jî vê yekê dikin. Bi taybetî jî xwediyê tekstîlan neheqiyeke mezin li penaberan dikin. Ji ber ku li Tirkiyeyê ji bo mafên karkeran tu parastin û qanûn nîn in, karsaz çawa bixwazin wisa dikin. Tirk, kurd û yên din mil bi mil keda penaberan dixwin. Bawer Agirî

Tahm Tahma Çemçikê ye

Resim
Malxoyê malekê êvarê kefçiyê xwe ji legana şorbeya nîskan dagirtiye û kiriye devê xwe. Dîtiye ku tama wê gelekî xweş e. Qîriyaye û weha gotiye: ” Oxxx, ev şorbe çi qas xweş e!” Bûka wî gotiye: ”Min pehtiye.” Mêrik bi peyva bûka xwe razî nebûye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji pehtinê ye.” Dota wî ya mezin gotiye: ”Min rûn avêtiyê.” Mêrik bi peyva dota xwe dilbicî nebûye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji rûn e.” Dota wî ya navîn gotiye: ”Min xwê avêtiyê.” Mêrik bi peyva dota xwe jî qebûl nekiriye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji xwê ye jî.” Dota wî ya biçûk gotiye: ”Min îsot avêtiyê.” Mêrik guh nedaye dota xwe ya biçûk jî, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji îsotê ye jî.” Jina wî gotiye: ” Dema ku şorbe di beroşê de dikeliya, min bi çemçikê ew li hev xist û tev da. Hingê merik bi kêf gotiye: ”Hah, ji ber wê tevdanê ye ku şorbe ew qas xweş bûye! Nexwe ev tahma xweş tahma çemçikê ye.

Daxwaza Zewaca Romantîk

Resim
Bingeha romantîzmê hest û xeyal in. Mirov bi çi bifikire, çi xeyal bike carinan dikare pêk bîne. Lê ne her dem. Di dîroka cîhanê de hem mirovan, hem jî ajalan her tim xwestine  bi awa  û rêbazên  cuda dijzayenda xwe bandor bikin. Ev wêne jî yek ji wan kêliyên xweşik ê bibandor e. Li gorî nûçeya BBCyê ev wêne li Amerîkayê dema ku zilamek  daxwaza  zewacê  li hezkiriya xwe dike, ji aliyê wênekêşekî ve hatiye kişandin. Ev demek e wênekêş li van her du evîndaran digere, lê dike nake wan nabîne. Bawer Agirî

Tîpên hilmî û nehilmî (denganiya kurdî 2)

Resim

Alfabeya kurdî (denganiya kurdî 1)

Resim

Cînavka Berbihevîn ‘’hev’’

Resim
Cînavka berbihevîn ‘’hev’’ pir xweşik û sivik e. Di zimanê mirov de bi tu awayî naliqe û herikbar e. Ev cînavk bi armanca karê ku li beramberî hev tê kirin nîşan dide, tê bikaranîn. Taybetiyeke vê cînakê jî yekjimariyê nanimîne pirjimariyê dinimîne. Yanî mirov nikare tenê ji bo kesekî bi kar bîne. Divê herî kêm du yan jî sê kes li holê hebin. Di kurdî de hinek cînavkên şûna vê cînavkê digirin jî hene. Her wekî   ‘’êk’’,   ‘‘êk   û din’’, ‘’êk du’’, ‘êk û dî’’, ‘’hev û din’’, ‘’hev û du’’, ‘’hev û dî’’ û ‘’hevdu’’…   Forma ‘’êk’’ li aliyê Şirnex, Hekarî û Behdînanê tê bikaranîn. Formên mayîn jî li gorî herêman tên guhartin. Lê di zimanê nivîskî de forma herî zêde cihê xwe girtiye ‘’hev’’ e dûre ‘’hevdu’’ tê bikaranîn. Bi baweriya min forma herî xweşik û herikbar ‘’hev’’ e. Forma ‘’hev’’ bi tena serê xwe têra derbirînê dike. Mînak :       Em  hevalên   hev  in.   Ew   bi   hev  re  dimeşin .   Hûn  hev  nas dikin.   Wan   bi   hev  re şer  kir.   Me  bi   hev  re  x