1 Ocak 2018 Pazartesi

Ferhenga Têgihên Rêzimanî

1- Avanî: Li gorî hebûna kirde û bireserê rewşa lêkerê.

2- Akûzatîfî: Rewşa diyarkirina bireserê ji bo dema niha û bê.

3- Baneşan: Nîşaneya xalbendiyê ya ji bo kelecan, heyirîn, tirs û bangkirinê tê bikaranîn.

4- Bêhnok: Nîşeneya xalbendiyê ya ku ji bo bêhnstandinê tê bikaranîn.

5- Kirde: Kes an jî tiştê ku kar pêk tîne, biker.

6- Bireser: Hêmana ku bandora kirdeyê li ser wê çêdibe.

7- Bilêvkirin: Awayê vegotinê, telafûz.

8- Biwêj: Gotinên zimên ên qalibî û mecazî ku ji bo rewşê tên gotin.

9- Cînavk: Hêmana ku cihê nav û kesan digire.

10- Cudanavî: Navlêkirina peyvê ya ne rasterast.

11- Çawanî: Ji bo peyvan rewşa wesfî.

12- Çendanî: Ji bo peyvan rewşa mêjerê.

13- Dema borî ya çîrokî: Dema borî ya ku dem di ser re derbas bûye û bi lêkera '' bûn''ê çêdibe.

14- Daçek: Hêmanên ku peywirên wekî ''man, derbasbûn, jêderketin û berpêbûn''ê li peyvan bar dikin, awa, şibandin, mêjer, sedem û armancê didin.

15- Dançêker: Rewşa lêkerê ya ku kar bi kesên din dide kirin.

16- Dem: Wext ji bo lêkeran tê bikaranîn.

17- Dema bê: Ew dema ku vegotin heye, lê bûye hîn pêk nehatiye.

18- Dema boriya dûr a nediyar: Ew dema boriya dûr a ku nediyarî li ser heye.

19- Dema boriya dûr a pêknehatî: Ew dema boriya dûr e û bûyer pêk nehatiye.

20- Dema boriya nêzîk a pêknehatî: Ew dema borî ya ku di demeke nêz de pêk nehatiye.

21- Dema borî ya domdar: Ew dema borî ya ku domdarî ser heye.

22- Dema borî ya dûr: Dema borî ya ku hatiye bihîstin û dem di ser re derbas bûye.

23- Dema borî ya têdayî: Dema boriya ku kirde bi xwe tê de ye û pir wext di ser re derbas nebûye.

24- Dema niha: Ew dema ku niha didome, di vê demê de gotin û kirin di heman demê de pêk tên.

25- Dengdar: Tîpên bêdeng.

26- Dengdêr: Tîpên bideng.

27- Dengzanî: Zanista ku li ser dengan dixebite, taybetî û guherînên wan vedikole.

28- Kirpandin: Li gorî asta deng cudabilêvkirina kîte yan peyvekê.

29- Dijwate: Peyvên ku wateyên wan li dijî hev in.

30- Dunik: Nîşaneya xalbendiyê ya ku axaftin û hêmanên taybet dikevin nava wê.

31- Erênî: Tiştê ku tê erêkirin, wateya erênî dide.

32- Gerguhêz: Lêkera ku bireserê dihewîne.

33- Gihanek: Hêmana ku peyv û hevokan digihîne hev.

34- Gotinên navdaran: Gotinên ku xwediyên wan diyar in.

35- Gotinên pêşiyan: Gotinên ku ji aliyê pêşiyan ve hatine gotin, xwedî daraz in û mirov ji wan sûd werdigire.

36- Hemwate: Peyvên ku şêweyên wan cuda, lê wateyên wan wekî hev in.

37- Hevdeng: Peyvên ku şêweyên wan wekî hev in; lê wateyên wan cuda ne.

38: Hevedudanî: Hêmana ku ji du an zêdetir peyvan pêk hatiye.

39- Hevok: Rêzepeyvên watedar ên ku bi pêveberekê bi dawî dibin.

40- Hêman: Parçeya peyv an jî hevokê.

41- Hoker: Hêmana ku ji aliyê dem, mêjer û çawaniyê ve bandorê li ser lêker û rengdêrê çêdike.

42- Kîte: Parçeya peyvê ya herî biçûk.

43- Komepeyv: Peyvên ku bi hev re tên bikaranîn û dibin qalib.

44- Lêker: Hêmana ku kar, tevger, kirin û bûyînê nîşan dide.

45- Lêkerên birist: Lêkerên ku rayekên wan deman naguherin.

46- Lêkerên bêrist: Lêkerên ku rayekên wan li gorî deman diguherin.

47- Lêkerên tebatî: Lêkerên ku kirdeya wan ne diyar e.

48: Lêkerên lebatî: Lêkerên ku kirdeya wan diyar e.

49- Lêkerên têraniyê: Lêkerên ''zanîn, karîn, wêrîn û xwastin''ê, lêkerên alîkar.

50- Lêkernav: Lêkerên ku peywira navdêr, rengdêr û hokerê digirin ser xwe.

51- Lêkernava hoker: Lêkerên ku wekî hoker têne bikaranîn.

52- Lêkernava navdêr: Lêkerên ku wekî navdêr têne bikaranîn.

53- Lêkernava rengdêr: Lêkerên ku wekî rengdêr tên bikaranîn.

54- Mêjer: Yekjimarî û pirjimariya peyvê.

55- Navdêr: Termê rêzimanê ya ji bo hêmanên ku ne lêker in tê bikaranîn, nav.

56: Negerguhêz: Lêkera ku ne xwedî bireserê ye.

57- Neyînî: Tiştê ku tê ''na'' kirin, wateya neyînî dide.

58- Nêzwate: Peyvên ku wateyên wan nêzî hev in.

59- Paşgir: Qertafa ku tê dawiya peyvê.

60- Perçînkirin: Xurtkirin, têkûzkirin.

61- Pêşgir: Qertafa ku tê pêşiya peyvê.

62- Pêkhatî: Peyva ku ji tiştekî pêk hatiye, çêbûye, dariştî.

63- Pêveber: Hêmana bingehîn a ku hevokê temam dike.

64- pirjimar: Pirbûna mêjerê.

65- Pirsnîşan: Nîşaneya pirsê.

66- Qertaf: Qertaf pirtikên ku bi nav û lêkeran ve dizeliqin.

67- Qertafên çêker: Qertafên ku peyvên nû çêdikin

68- Qertafên Diyarkirinê: Qertafên zayend û mêjerê. ''-î'', ''-ê'', ''-an''.

69- Qertafên Nenasiyê: Qertafên ku navdêran nediyar dikin.

70: Qertafên Raweyî: Qertafên dem, xwestek û daxwazê.

71- Qertafên Raveberê: Qertafên hêmana ku rave dibe, veqetandek.

72- Qertafên Nenasiyê: Qertafên ku navdêran nediyar dikin. ''-ek'' û ''-in''.

73- Qertafên Raweyî: Qertafên dem, xwestek û daxwazê.

74- Qertafên Raveberê: Qertafên hêmana ku rave dike, veqetandek.

75- Qertafên Ravekerê: Qertafên hêmana ku rave dike, qertafên diyariyê.

76- Qertafên Peywirî: Qertafên ku wateya peyvan naguherînin, peywiran li wan bar dikin.

77- Racivîn: Kurtbûna kîteyekê.

78- Rastnivîs: Îmla, rastnivîsa peyvan.
Gramer tevahiya qeydeyên rastaxaftin û rastnivîsandina zimên e.

79- Raveber: Hêmana ku rave dibe.

80- Ravek: Peyvên ku hev temam dikin, rave dikin û dibin qalib.

81- Raveker: Hêmana ku rave dike.

82- Rawe: Teşeyê lêkerê yê li gorî dem, xwestek û daxwazê.

83- Razber: Tiştê ku ne li ber çavan e, di hiş de cih digire.

84- Rengdêr: Ew tişt e ku wesfê navdêran ji aliyê reng, teşe, mêjer, çawanî û nîşanî ve dide diyarkirin.

85- Sazkirin: Çêkirin û avakirina peyv û hevokê.

86- Sêxal: Nîşaneya ku zêdekirina mînakan û hevokên netemambûyî tê bikaranîn.

87- Şênber: Tiştên bûjenî, cîgirtî, berbiçav.

88- Teşe: Şikil, dirûv.

89: Tewang: Xwarbûn, çivandina hundirîn, guherîna dengdêran

90- Têkel: Tevlihev.

91: Peyvên ku di qadên wekî '' huner, ziman û zanist''ê de di warê xwe de tên bikaranîn.

92- Tîp: Deng, herf.

93- Vegotin: Qalkirin.

94- Veguhastin: Cî guhartina tîpan û peyvan. Cî guhartina taybetiyên xweza û mirov û sehekan.

95- Veqetandek: Qertafên ku di ravekê de tên ser raveberê û zayend û mêjera wê diyar dikin. ''-a'', ''-ê'', ''-ên''

96- Wate: Maneya tiştekî.

97: Wateya Bingehîn: Wateya esil a peyvê.

98- Wateya Lêkirî: Wateya ku bi dû re li peyvê hatiye zêdekirin.

99- Wateya Termî: Wateya ku di warê huner û zanistê de tê bikaranîn.

100- Wekînek: Nîşaneya ku rêzepeyvên wekhev tê bikaranîn.

101- Xal: Nîşaneya xalbendiyê ya ku li dawiya hevokên temambûyî tê bikaranîn.

102- Xalbendî: Nîşaneyên nivîsê.

103: Xalbêhnok: Xal û bêhnoka li bin, ji bo girêdana hevokan tê bikaranîn.

104- Xalecot: Du xalên li ser hev, bêtir ji bo vegotin û ravekirinê tê bikaranîn.

105- Xwerû: Peyvên ku qertafên çêker nestandine, resen.

106- Xweşnavî: Ji bo rewşên nebaş, navlêkirina baş a peyvan.

107- Yekjimar- Tiştê ku li gorî mêjerê yek e ne pir e.

108- Zayend: Rewşa mêtî û nêrîtiya peyvê.



1 yorum:

  1. Hindek problemên min hene eger ez wan çareser bikim, ez ê li vê malperê gelek cara biqesidim, hêjaye ku meriv bişopîne.

    YanıtlaSil