30 Nisan 2018 Pazartesi

Reng, Wate û Bandorên Wan

Di jiyana me ya rojane de der heqê ahenga rengan a di warê sêwirandina grafîkê, mode û dekorasyonê de hindik be jî agahiya me hemûyan heye. Lê em der heqê wateya rengan de û bandora wan a li ser me heye çi qasî xwedî agahî ne? Em ê di vê nivîsê de qala wateya rengan bikin. Em bawer in piştî ku hûn vê nivîsê bixwînin, hûn ê di warê hilbijartina renga de hinekî din baldar bibin.

Spî Wateya û Bandorên Wî

Rengê spî hemû rengan di nava xwe de dihewîne. Di gelek çandan de wekî hêmana paqijî, qencî û safîtiyê tê qebûlkirin. Mirov dikare esalet, aramî, berdewamî, xwînsarî û mesûmiyetê jî pê ve girêde. Lê belê tê dîtin ku odeyeke çîlspî jî ji bo mirovan dikare bibe sedema aciziyê. Sedema vê yekê jî wekî mirov pirsgirêkên xwe derdixin holê hatiye diyarkirin. Yanî pirsgirêk ne di rengê spî de ye, lê di mirovan de ye. Îhtîmaleke mezin e ku sedema kesên ku li Komara Çînê dijîn û şînê bi rengê spî digirin ji ber vê yekê ye.

Spî hîsa firehî û bêhnfirehiyê dide mekanan û ji bo mekanên teng pir baş e. Bi taybetî jî ji bo banyo, sivderên teng, mitbaxên biçûk pir tê bikaranîn. Her wiha ji bo mekanên ku tîrêjên rojê xwe nagihînin wan, ji bo tesarûfa ceyranê, ji bo dîtbariyê jî gelekî kêrhatî ye. Heke ji bo nexweşxane, dermanxane, fîrmayên dermanan û beşên paqijiyê bê bikaranîn dê gelekî bikêr be. Heke bala we kişandibe hema bibêje hemû qutiyên dermanan spî ne.

Rengê spî ji bo lixwekirina cil û bergan ciwantiyê dinimîne, bi vê ve girêdayî mirovan ciwan nîşan dide, pêbawerbûnê çêdike û dibe sedem ku mirov wekî kesekî paqij û bîrbir xuya bike. Her wiha tê gotin ku ji bo tenduristiya mirovan bandoreke erênî çêdike.

Reş, Wate û Bandorên Wî

Reş wekî teorîk nîn e, nebûye. Ji ber ku cihê ku ronahî lê nebe yan jî lê nexe reş e. Rengê reş bi gelemperî tenêbûn, metirsî, xemgînî û bêhntengbûnê nîşan dide. Lê di heman demê de nepen, azwer, bengînî, giranî û esaletê dinimîne. Sedema ku hêz, giranî û esaletê di xwe de dihewîne, loma erebeyên meqaman gişk reş in.

Bi gelemperî reş ji bo mekanan dibe ku bandora neyînî çêke. Bi taybetî jî divê bi tu awayî ji bo odeya zarokan neyê bikaranîn. Ev pêniyar ji aliyê gelek sêwirîneran ve tê kirin. Sedema vê jî teybetmendiya wî di zarokan de xemsariyê çêdike heye. Lê li dijî vê yekê mirov dikare bi rengên din re bi kar bîne û encamên baş derxe holê.

Her çi qas li holê dereweke mîna yên reş li xwe dikin pirsgirêkên wan ên derûnî zêde ne hebe jî, lê di rastiyê de ev yek ji aliyê zanistî ve nehatiye piştrastkirin. Wextekê rengê reş bi satanîzmê re têkildar dikirin, niha jî bi DAÎŞ'ê re têkildar dikin. Halbûkî ev ji bo reş neheqiyeke mezin e. Berevajî vê yekê reş her dem xwebawerî, azwerî û biryardariyê rave dike.

Sor, Wate û Bandorên Wî

Sor wekî rengekî germ tê naskirin. Ciwantiyê tîne bîra mirov, wekî rengekî dînamîk tevgerê îfade dike, hêmanên bibiryarî û bextewariyê dinimîne. Di dîrokê de her dem wekî sembola hêz û vînê hatiye dîtin. Ji ber van taybetiyên wî di gelek cihan de tê bikaranîn. Markayên ku girseyên zarok û ciwanan hildibijêrin her tim sor tercîh dikin. Ji ber ku hêsan tê ferqkirin, ji bo tabelayên trafîkê û lewhayên hişyariyê tê bikaranîn. Ev yek tiştekî xwezayî ye.

Heke mirov demeke dirêj di bin ronahiya sor de bimîne dê metirsî û bêaramiyê çêke. Ji ber vê yekê gava mirov ji bo hundirê mekanan bi kar bîne divê baldar be. Her çi qas pêşî dilkêş xuya bike jî, lê
paşê mirov pêwîst dibîne ku jê dûr bikeve. Sedema ku fast-food her tim bi kar tînin jî ev e. Her wiha ji ber ku mehdê mirovan vedike ji bo logoyên xwerin, vexwarinê û xwaringehan tê bikaranîn.
Mirov çi qas bi rengê sor re zêde dem derbas bike bi xwezayî bandora xwe li ser xwînê û tansiyonê dike. Di vê pêvajoyê de dibe ku hestiyarî û êrîşkariyê çêke, lê mimkun e ku di mirov de liv û tevgerê çêke, bextewariyê jî bide. Ji ber ku ji bo odeyên razanê, nivîn, kiras û hevalkirasan jî tê bikaranîn, divê em aliyê wî yê tehrîkkirinê jî ji bîr nekin

Zer, Wate û Bandorên Wî

Yek ji wan rengan ê zêde balê dikêşe jî zer e. Zer hêmanên berhemdarî, hilberîn û bextewariyê dinimîne, li cem vê yekê wekî têgihiştina çavkaniya ronahiyê jî tê dîtin. Her wiha hinek tonên zer di psîkolojiyê de coş û bextewariyê pêk tînin. Di civakên rojhilata dûr de zanebûnê dinimîne.
Her çi qas rengê zer ê birqok ji bo mitbaxan guncav bê dîtin jî, gava ber bi keskbûnê ve biçe rengekî sar derdixe holê, di heman demê de zer xemgînî û payîzê jî tîne bîra mirov. Heke mirov bi rengên lihevhatî re bi kar neyne, dibe ku bibe sedem mirov hestên tevlihev bijî. Ji ber vê yekê divê em diyar bikin ku zer ji bo odeyên xebatê û bêhnvedanê rengekî ne guncav e.

Sedema ku textîl rengê zer hildibijêrin rengekî balkêş e loma. Digel vê yekê rengekî demdemî ye jî. Tê gotin ku aliyê wê yê mehdevekirinê jî heye, dibe ku bala we kişandibe xwaringeh bi gelemperî vî rengî bi kar tînin. Di dawiyê de em vê jî bibêjin rengê zer wêrekiyê zêde dike û hişê mirov sewqî bikaranînê dike.

Kesk, Wate û Bandorên Wî

Yek ji rengê xwezayê yê bingehîn jî kesk e. Rengê kesk aramiyê dide mirov û hêmanên wekî bêhnfirehî, bawerî, rehetî; li cem vê ciwantî, nûjenî, zindîbûn û hêviyê di nav xwe de dihewîne. Her wiha tê gotin ku mirovan teşwîqî comerdî, ahengî û parvekirinê dike. Hinek saziyên darayî bi vê sedemê di xebatên xwe yên mîna logo û grafîkan de rengê kesk bi kar tînin. Dîsa ji ber vê sedemê rengê pere jî bi tonên kesk disêwêrînin. Ev rengê ku feydê dide hilberînê, di mitbexan de, li pêşiya avahiyan û li saziyên tenduristiyê tê bikaranîn. Her wiha ji bo vehesandina çavan û ji ber ku rehetiyê pêk tîne, em di vir de giringiya wî baştir fêm dikin.


Tê gotin ku rengê kesk teraliyê çêdike. Ev gotin vala nehatiye gotin. Ji ber ku vehesandina xwezayî bi xwe re xemsariyê jî çêdike. Li cihê ku xwendekar dixwînin zêde nayê pêşniyarkirin. Balkêş e tê gotin ku aliyekî wî yê dexesiyê derdixe pêş jî heye.

Pirteqalî, Wate û Bandorên Wî

Pirteqalî rengekî ji bo derve balkêş e, her wiha çalak û kartêker e. Bextewarî û heycanê dide kesên li hemberî xwe. Her çi qas bi qasî rengê sor germ nebe jî ji bo şahî û kêfxweşiyan gelekî tê bikaranîn. Lê dîsa jî bi qasî sor dernakeve pêş. Ji ber ku wêrekî û baweriyê dide, ji aliyê gelek saziyên fînansê ve tê tercîhkirin.

Rengê pirteqalî bi taybetmendiyên xwe yên mîna zindîbûn û coşdayînê dikare bandorê li cihê ku tê bikaranîn bike. Mirov dikare ji bo xwaringeh û odeyên zarokan jî bi kar bîne. Lê ew jî wekî sor ji bo cihên bêhnstandin, kar û odeyên razanê zêde nayê tercîhkirin.

Mor, Wate û Bandorên Wî

Mor bi gelek rengan re dikare li hev were. Ev yek jî dewlemendiya wî nîşan dide. Ji ber vê yekê hêmanên wî yên zengînî û esaletê derdikevin pêş xwezayî ye. Bi taybetî jî heke bi tonên lîlek û lewenteyê re bê bikaranîn bandora wî yên wekî aramî, konsantrasyon û îlhamê bêhtir derdikevin pêş. Tonên wî yên tarî mirovan bêaram Her wiha dibe ku hestên wekî tirs, xemgînî û metirsiyê di mirov de çêke.

Hindik be jî li nexweşxaneyan ji bo hinek cihan tê bikaranîn, lê tonên wî yên vekirî herî zêde ji bo odeyên xebatê tên tercîhkirin. Bi taybetî jî yên bi xebatên hunerê re mijûl dibin, ji ber ku aliyê wî yê îlhamdayînê heye dikarin bi kar bînin û jê sûdê werbigirin.
Li gel van hemû taybetiyan, aliyê wî yê depresyonê çêdike jî heye. Ji ber vê yekê li cihên kesên ku ji bo tedawiya berdana alkol û tiryakê dibînin, ji bo bikaranînê nayê tewsiyekirin.

Pembe, Wate û Bandorên Wî

Bandora pembe bi qasî rengên sor û spî heye. Ji ber vê yekê rengekî nerm û xweşik e. Her çi qas ji bo mekanan di warê bandorkirinê de bi qasî sor nebe jî, lê dîsa jî li ku bê bikaranîn zindîbûnê dide wir. Çawa ku şîn zêdetir ji bo mêran tê bikaranîn, pembe jî zêdetir ji bo jinan tê bikaranîn. Her wiha pembe li evîn û xeyalperestiyê jî tê.

Ji ber ku sadebûn û hezkirinê çêdike, kasiyer wekî pêşmalk li xwe dikin. Dibe ku we jî ev yek dîtibe. Li girtîgeh, navendên tedawîkirinê yên alkol û tiryakê pirî caran tê bikaranîn. Sedema ku ev reng aramiyê dide mirov, hatiye dîtin ku kesên li çavokan pere didin pirsgirêkan dernaxin.
Li gel van hemû taybetiyên pembe, ji bo cihên xebatê hîç ne guncav e. Li qadên saziyên bazirganiyê, ji bo sencandinê tê bikaranîn, zêde nebe jî ji bo odeyên razanê bikaranîna wî xwezayî ye.

Lecîwerd, Wate û Bandorên Wî

Lecîwerd bi aliyê xwe yê biryardar tê nasîn. Bandora hîskirinê û têgeha hizirînê jî di nava xwe de dihewîne. Berhemdarî, desthilatdarî û bêdawiyê dinimîne. Ji ber ku hîsa hêzbûnê dide, ji bo sêwirandina logoyan gelekî tê bikaranîn. Divê em vê jî bibêjin ku rengê lecîwerd zêde bi ber çavan dikeve. Ji ber vê yekê jî ji bo odeyên razanê neyê bikaranîn dê baş bibe.
Ji bo cihên ku kar lê tê kirin, bikaranîna wî guncav e. Lê divê li ber çavan bê girtin ku bandora tonên wî yên tarî bi ronahiyê re li hev nakin.

Qehweyî, Wate û Bandorên Wî

Di xwezayê de li gel rengê kesk yek ji rengê xwezayî yê bingehîn jî qehweyî ye. Qehweyî axê tîne bîra mirov, her wiha li cihê tê bikaranîn dibe ku bibe sedem mirinê jî bîne bîra mirov. Ji ber vê yekê divê bi baldarî were bikaranîn. Li gel van taybetiyên xwe bi hêmanên wekî hevsengî, cidîbûn, aramî, dostanî, xurtî û sadebûnê jî tê naskirin.

Li cihê ku qehweyî tê bikaranîn hatiye dîtin ku li wir liv û tevgera mirovan hîn zêdetir e. Ji ber vê yekê li saziyên mîna fast-foodê gelekî tê bikaranîn. Di heman demê de ji ber rengê wî yê xwezayî mirov dikare li cihên fermî bi kar bîne. Her wiha bikaranîna wî ya ji bo cihên bêhnstandinê jî guncav e.

Gewr, Wate û Bandorên Wî

Em bi vî rengê ku dilnizmî, hevsengî û lihevkirinê dinimîne re têne dawiya nivîsa xwe. Gewr rengekî di navbera spî û reş de ye û yê herî zêde li ber çavan zû tê ferqkirin e. Li gel van taybetiyên wî tebatî û cidîyetê jî di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê hinek saziyên dewletê vî rengî bi kar tînin.
Odeya ku dê lê lihevkirin çêbe, bikaranîna gewr tercîheke baqilane ye. Heta hûn dikarin di fîlman de bibînin ku ji bo dîwarên odeyên lêpirsîn lê tê kirin gewr tê bikaranîn.
Bikaranîna gewr bi tena serê xwe nayê pêşniyarkirin. Heke hûn bi rengên din re ahengên cuda çêkin, hûn ê encamên baştir bi dest bixin.

Encam

Dostên hêja, em gihiştin dawiya mijara nivîsa xwe ya der barê wate û bandorên rengan de. Heke di vê mijarê de agahî di destên we de hebin, hûn di beşa şîroveyê de bi me re parve bikin em ê kêfxweş bibin. Her wiha hûn dikarin reng çawa bandorê li ser we çêdikin bi me re parve bikin.

Bawer Agirî


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder