Kayıtlar

Temmuz, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Yekzimanî yan Pirzimanî?

Resim
Parastina pirzimaniyê ji bo zimanê kurdî ne baş e. Ji ber vê yekê divê mirov piropagenda wê neke. Ev demek e ez kesên ku pir zimanan diaxivin dişopîn. Di dawiyê de min dît ku ew kes di warê hizirîn, derbirîn û axaftinê de bêîstîkrariyê dijîn. Ev yek jî nîşanê me dide ku mirov çi qas zimanê dayika xwe bi kar bîne, ew qas serkeftî dibe. Lê mixabin li Tirkiyê derfeta ku kurd li her qadê kurdî bi kar bînin û zimanê dayikê biaxivin nîn e. A ev yek jî dihêle ku mirov di karê xwe de qels bibe. Bo nimûne, kesekî tirkiya wî/wê şikestî ango qels be, nikare di pirojeyên zengîn de cî bigire. Çareseriya vê yekê jî xwestina perwerdeya zimanê kurdî ye û axaftina wî ye. Bawer Agirî