Zerdost 1
A ku li ser mirovahiyê tê ferzkirin tarîtî ye. Tarîtî hemû aliyên mirov ên baş ji holê radike. Ew dibêjin ku yan bawerî yan jî firandina serî. Belê bawerî, lê baweriyeke çawa, ew bawerî dê xizmeta kê bike? Welleh welleh ez ku te bigirim, ez ê gijika serê te rakim tarîtî, ez ê zikê te bidim ber xençera ronahiyê tije qencî bikim, ez ê bikim ku tu wê kîn û zikreşiya xwe vereşî! Belê, pêxemberê ronahiyê, qasidê qenciyê van peyvên zêrîn ên kêrhatî yên ji bo mirovahiyê wiha rêz dikirin. Di vê navberê de tarîtî jî vala nedisekinî. Wî li her derê navê ronahiyê xera dikir. Agir û ronahî wekî Xweda nîşan didan û digot ku Zerdost agirperest e, baweriya xwe bi wî neynin! Ew yekî dîn, jirêderketî, şêt û nezan e. Binêre Wêrdar, di baweriya me de çav jî, dest jî, dil jî, mêjî jî her dem şiyar in û biwêrek in. Nabe ku yek tirsonek, yek jî biwêrek be. Bi gotineke din nabe ku çav tirsonek be, dest mêrxas be. Bavê te çima navê te lê kiriye ''Wêrdar'' tu dizanî? Erê Zerdost. Dema k...