Kayıtlar

fomo çi ye etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

FOMO çi ye? Em Çawa Dikarin Xwe jê Biparêzin?

Resim
Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, em bi henekekê dest pê bikin. Em bibêjin hûn wateya FOMOyê nizanin. Kesek ji we re dibêje, ‘’tu fomo yî’’ hûn ê çi bikin? Îhtîmaleke mezin e  ji ber ku hûn wateya wê nizanin, hûn ê vê gotinê lê vegerînin û heta hûn ê çend dijûnan jî bidin ser.:) Lê meraq nekin, ev ne dijûn e. Ev mijareke pir girîng e û divê em baş bixwînin. Em werin ser pirsa xwe. Fomo çi ye? Fomo  kurteya îngîlîzî ya ‘’Fear of missing out/fîir af mîsîng aût’’ e. Tê wateya tirsa windakirinê, tirsa ji pêşketinan mayîn. Têgiha ‘’FOMO’’ di sala 2013an de ketiye ferhenga Oxfordê. Gelek kes serê sibê radibin, berî ku rûyê xwe bişûn û taştê bixwin,li hinek tiştên pir girîng dinêrin! Bi rastî jî ew tişt pir girîng in? Bê guman na. Telefonê hildidin destê xwe, pêşî li peyaman dinêrin, paşê jî çavên xwe li sosyal medyayê digerînin. Di facebookê de dest pê dikin... Ka kê di binê wêneyê ku min duh êvarê parve kiribû de şîrove kiriye. Dûre li twîtterê dinêrin. Kê çi parve kir...