Kayıtlar

zarok etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Bila Mamoste li Zarokan Nexin ji Wan Hez bikin

Resim
Dema ku em piçûk bûn, ji ber ku me tirkî nedizanî û me ji mamoste tiştek fêm nedikir, wî bi awayekî dijwar li me dixist. Bi taybetî mamosteyekî bi navê Kenan ji Yozgatê bû, pir li me dixist. Zilam nedigot ev dev e, ev poz e yan jî ev serî ye, ku biketa ber lê dixist. Guhên me kaş dikir, me li ser lingekî dihişt û bi şivê li dest û neynokên me dixist. Mirov digot qey ev zalim bi taybetî anîne gund ji bo ku li zarokan bixe, bi cî kirine (paşê eşkere bû ku kesên mîna wî ji bo ku zarokên kurdan bikin tirk şandine kurdistanê) ez ê li vê derê nekevim nava mijara kî kê çima şandiye, ji ber ku tê zanîn. Heke em dîsa werin ser mamoste (!) wî zarokên jîr an jî yên bi dilê xwe li refê pêşîn dida rûniştandin ên ne li gorî dilê wî bûna jî li refên dawî dida rûniştandin. Cihêkariyeke mezin dixiste navbera zarokan. Ez li refê duyemîn rûdiniştim. Li refên dawî çend zarok hebûn ku bi taybetî hevalê Mistefa gelekî lêdan dixwar. Tê mîra min mamoste Kenan carekî hêrs bû, pêşa çakêtê xwe xiste...