Kayıtlar

FOOD PORN etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Food Porn Çi ye?

Resim
Ev nav her çi qas erotîk û seksê bîne mirov jî, di van salên dawî de restoranên mezin çi yên di nav welatekî de, çi jî yên navneteweyî ji bo xwarinên xwe di hişê mirovan de bi awayekî bandorker bi cî bikin, makîneyên wêneyan û kamerayên herî pêşketî bi kar tînin. Şûna ku bi awayekî asayî reklamên xwarinên xwe bikin, bi zanebûn û hostayî wêne û dîmenên xwarinan di kêliya herî dilkêş û biçêj de dikêşin û her wekî ew wêne yan jî dîmen jirêzê ye, belav dikin. Bi vê ve gêrêdayî bi liv û tevgerên ecêb yên ku nefsa mirov radikin û madê mirov vedikin bi kar tînin. A ji vê yekê re dibêjin ''Food Porn''. Restoranên mezin berê dema ku kamera û makîneyên pîkselên wan baş nîn bûn(makîneyan wêne reş û spî derdixistin), reklamên xwe di rojname û kovaran de belav dikirin. Lê niha rewş hatiye guhartin. Niha makîneyên wêneyan ên pîkselên wan baş û kamerayên herî pêşketî derketine. Bi vê ve girêdayî sosyal medyayê jî pir baş bi kar tînin. Ev hemû deref dihêlin ku sermayedar li her der...