Navên Mehan / Mehên Salê
1- Rêbendan Vê mehê rê tên girtin û aşît çêdibin. Li Agiriyê nifira wê jî heye ”Aşît bi ser te de were.” 2- Reşemî Wekî hûn jî dizanin ku tav mirov di vê mehê de reş dike. 3- Adar Dar û ber ji nû ve zindî dibin û berf dihele. 4- Avrêl Meha baranê ye. Di vê mehê de baran gelekî dibare. 5- Gulan Ev meha gul û çîçekan e. Gul û kulîlk bi xweşikbûna xwe xwezayê dixemilînin. 6- Pûşper Di vê mehê de gîha zer dibe, dibe mîna pûş. 7- Tîrmeh Ev meh a herî germ e.Di vê mehê de tîrêjên rojê mirov dişewitîne. 8- Gelawêj Di vê mehê de stêrka bi navê gelawêjê xuya dike. 9- Rezber Ev meh meha rezan e. Gel di vê mehê de di nav bax û baxçeyan de rezên xwe ber hev dikin. 10- Kewçêr Meha kewan e. Kew ji çiyayên bilind dadikevin li cihên nizim diçêrin. 11- Sermawez Kurdistan sar dibe, serma û germ cihê xwe diguherînin. Gel di vê mehê de amadekariya zivistanê dike. 12- Berfanbar Her wekî ji navê wê jî ...