Kayıtlar

daçek etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Kîjan form ji bo daçekan rast e?

Resim
Di kurmancî da yek ji wan mijarên girîng jî daçek in. Em daçekan di jiyana xwe ya rojane da gelekî bi kar tînin. Pêşdaçekên xwerû ‘’li’’, ‘’bi’’, ‘’ji’’ û ‘’di’’ ne. Paşdaçek jî ‘’da’’, ‘’ra’’, ‘’va’’ ne. Dema ku dibin bazinedaçek bi vî awayî dibin: “bi… da”, “bi…ra”, bi…va”, “di…da”, “di…ra”, “ji…da”, “ji…ra” û “ji… va”… Daçek bi tena serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê belê bêyî wan jî mirov nikare hevokan saz bike. Daçek erkên mîna pozîsyon, mayîn, pêrpêbûn, jêderketin, şibandin û mêjerê hildidin ser milên xwe.Loma jî di kurmancî de gelekî girîng in. Her wiha daçek ji bo çêkirina lêkeran jî gelekî girîng in. Danerê alfabeya kurdî Mîr Celadet Bedirxan dema ku alafabeya kurdî çêdike guh nade piraniya kurdan her wiha wêje û folklora kurdan jî. Wî li gorî awayê herêma xwe şûna dengê dawiya daçekan ‘’a’’ kiriye ‘’e’’. Bi vî awayî daçek ji forma resen derxistiye kiriye bi vî awayî: “bi…de”, “bi…re”, “bi…ve”, “di…de”, “di…re”, “ji…de”, “ji…re” û “ji…ve”… Tê gotin ku ji ber fo...

Daçekên Agahdariyê (der barê…de / der heqê...de)

Resim
Dema ku mirov bixwaze fikirê yekî der barê tiştekî de hîn bibe, mirov bi daçekên agahdariyê hîn dibe. Her wiha mirov bi xwe jî dikare fikirê xwe bi van daçekan bîne ziman. Heke di hevokê de ''der barê'' yan jî ''der heqê'' hebe, pêşdaçeka ''di…'' nayê nivîsandin, bi tenê paşdaçeka ‘’…de’’ tê nivîsandin. Her wekî ''der barê…de/der heqê…de'' . Mînak: Tu der heqê vê mijarê de çi difikirî? Der barê mijara duh de raporekê binivîse. Min duh di civînê de der heqê xwendekaran de nêrîna xwe anî ziman. Der barê tenduristiyê de gelek agahî hatine bidestxistin. Heke tu der heqê vê de tiştekî nebêjî nabe. Serokwezîr îro der barê aboriyê de 45 deqe axivî. Kî dizane ew niha der heqê min de çi difikre. Bawer Agirî