Kayıtlar

Ahmedi hani biyografisi etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ehmedê Xanî (1651-1707, Hekarî)

Resim
Ehmedê Xanî helbestvan, nivîskar û fîlozofê herî mezin ê gelê kurd tê nasîn. Xanî, di wêje û toreya durdî de wekî stûneke bingehîn tê pejirandin. Xanî wêjevan, zanyar, rewşenbîr û derhênerê ramana serxwebûn û azadiya gelê xwe tê dîtin. Ehmedê Xanî xwe bi xwe dîroka jidayîkbûna xwe di malikekê de diyar kiriye: "Lewra ku dema ji xeybê fekbû Tarîx hezar û şêst û yek bû "  Wekî ji helbestê jî xuya dike Xanî di sala 1651’ê de li Bazîdê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e. Bapîrê Eyas û Kalê jî Rustem e. Navê wî yê rast Ehmed e. Nasnavê wî jî Xanî ye. Xanî li bajarê Dîza Sipî (Beyazîd) ê ji eşîra Xanîyan e. Ji ber ku malbata wî malmezinek bû, hêj di biçûkatiya Xanî de bavê wî ew daye xwendinê. Li Medreseyan waneyên zanistî û li dîwanxanan jî waneyên cîhanî girtine.  Mezin dibe û pileya xwendina wî pêş dikeve, ji bo fêrbûna xwendina erebî diçe di nav feqan de, di wê demê de exbala herî mezin ew bû ku kesek bikare biçe nava feqan û fêrî erebî bibe. Ehmedê Xanî li Bazîdê û...