Kayıtlar

di kurdî de guhartina dengan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Kurteya Pevguherîna Dengan

Resim
Ji ber ku ev demeke dirêj e kurdî di bin dagirkerî û qedeqeyeke mezin de ye, derfeta perwerdehiyê nedîtiye. Ji ber vê yekê gelek peyv li gorî herêman cuda tên bilêvkirin. Bêguman di her zimanî de zarava û devok hene, lê rewşa kurdî ya taybet ji wan zimanan vediqete. Mirov dikare sedema vê yekê bi dehan mînakan nîşan bide. Rewşa kurdan a perçebûyî, nebûna perwerdehiya giştî, xedexe, zext û oto-asîmîlasyon û hwd hiştiye ku di kurmancî de gelek peyv bi awayên cuda bên bilêvkirin heta di nivîsan de jî bên nivîsandin. Em ê niha hinek peyvên ku bi çend awayan tên bilêvkirin raberî we bikin. Ji bo zelalkirina mijarê em ê bi kurtasî çend dengên ku di kurmancî de bi hev diguherin wekî mînak nîşan bidin. /a/ û /e/ fam/fehm pan/pehn tat/teht Di zimanê devkî de peyvên bi vî rengî gelek in. Li vê derê /a/ li /e/yê dadigere, dengê /h/yê jî tê pêşiya wê. /fehm/ di erebî de jî /fehm/ e. /a/ û /ê/ da/dê cas/cês ra/rê Rêjaya van peyvan pir kêm e. Peyva /cas/ bi erebî  ‘’cas/cis’’...