Kayıtlar

realizm etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Natûralîzm (xwezaparêzî)

Resim
Naturalîzm herikandineke wêjeyî di sedsala XIX’an de, li Fransayê dest pê kiriye. Rêberê herikandina naturalîzmê Emîle Zola ye, naturalîzm û realîzm wekî hev tên hesibandin. Li gorî naturalîzmê her tişt bi mirov û bûyerên xwezayî ve girêdayî ne. Bi taybetî li ser bingeha rastiyê hatiye avakirin. Li gorî felsefê li ser bingeha meteryalîzmê bilind bûye. Rêgezên wê: 1- Ev herikîn awayekî zêdeker ê realîzmê ye. 2- Hunermendê wê bûyer û kesan bi çavê kesê zana lêkolîn dike û ji têgihandina aliyên wan ên xirab nareve. 3- Nivîskar ji rêgezên bûyerên biyolojîk ên wekî sedem û encameke diyar dikeve rê û vê di wêjeyê de pêk tîne. 4- Destûra ku dibêjin huner kopyaya xwezayê ye, hawêj dike. 5- Li gel nivîskarê wê lêhatina tov, bandora hawîrdorê ya li ser mergê mirov; pesertina taqîkirinê û çavdêrîkirin girîng in.

Realîzm (sedsala XIX’an)

Resim
Realîzm di sedsala XIX’an de derketiye holê. Realizm herikandina wêjeyî ya bi rastiyê ve girêdayî heta tê wateya rastiyê jî. Realizm dixwaze nivîskarê wê jiyan her wekî heyî bigre dest û guhartinê li gel wê çêneke. Li gorî realîzmê divê nivîskar rast be. Divê li ser  hîmê rastiyê tev bigere. Ne ku li ser xeyalan be. Balzac, Gustav Flober, Standal û hwd nivîskarên navdar ên pêşevan û parêzvanên realizmê ne. Rêgezên Realîzmê: 1- Girîngiyê dide belge û çavdêriyan. 2-  Di jiyana rojane de bûyerên rastî çêbûyî û mirovên di wan bûyeran de cih girtî wekî heyî dide têgihandin. 3- Wêneyîkirina hawîrdor, têgihandina toreyên civakî girîngiyê qezenç dikin. Li gel wêneyîkirinê bûyer bêwate dibe. 4- Nivîskar nêrînên xwe yên kesî vedişêre. Bûyer û lehengên bûyerê bi awayekî bêalî dide têgihandin. 5- Armanca hîndekariyê nîn e. Huner ji bo hunerê ye. 6- Di têgihandina bûyeran de, têkiliyên sedem û encamê bingeh digre. 7- Uslûbê wê vekirî û ne ji ber xwe ve çêkiriye.