Kayıtlar

bawer agiri etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mirov bi Gazinan bi Ser Nakeve Divê Hinek Tiştan Bike

Resim
Te herî dawî   kengê ji bo tiştekî nû biryar da? Ramanên hinekan çima ew qas bandorê li ser te çêdike? Tu çima her tim bi rasteka(cedwel) wan hêvî, daxwaz,   xewn û xeyalên xwe dipîvî? Divê tu ji kesên ku bi salan in jîyana te jehr kirine, rizgar bibî. Divê êdî tu ji hêkê derkevî. Ramanên bîyanî yên ne yên te ne, dayîne alîyekî, sûdê jê wergire, lê neke malê xwe. Bes e, bibe yê xwe yan jî ya xwe. Temenê te bi awayekî nîvî bûye û tu hatî vê rojê. Tiştên ku di destê te da hene bi awayekî dikare te îdare bike. Niha dem dema ji nû va avakirina te ye. Ji bo guhartin û veguhartinê, bi tenê pêdivîya te bi te heye. Êdî ne li gorî hin kesan, divê li gorî dilê te jîyan dest pê bike. Tu amade yî? Kerem bike ez du pirtûkên ku dê te bike te pêşnîyarê te dikim... Min berê jî gotibû û ez niha jî dibêjim, ji bo guhartina takekesî, ji bo destpêkeke nû, divê mirov pirtûka Som Horn a bi navê Tongue Fuyê bixwîne. Divê em zanibin, dibe ku her pirtûkek ji bo mirov bibe pêngava jîyaneke...

Food Porn Çi ye?

Resim
Ev nav her çi qas erotîk û seksê bîne mirov jî, di van salên dawî de restoranên mezin çi yên di nav welatekî de, çi jî yên navneteweyî ji bo xwarinên xwe di hişê mirovan de bi awayekî bandorker bi cî bikin, makîneyên wêneyan û kamerayên herî pêşketî bi kar tînin. Şûna ku bi awayekî asayî reklamên xwarinên xwe bikin, bi zanebûn û hostayî wêne û dîmenên xwarinan di kêliya herî dilkêş û biçêj de dikêşin û her wekî ew wêne yan jî dîmen jirêzê ye, belav dikin. Bi vê ve gêrêdayî bi liv û tevgerên ecêb yên ku nefsa mirov radikin û madê mirov vedikin bi kar tînin. A ji vê yekê re dibêjin ''Food Porn''. Restoranên mezin berê dema ku kamera û makîneyên pîkselên wan baş nîn bûn(makîneyan wêne reş û spî derdixistin), reklamên xwe di rojname û kovaran de belav dikirin. Lê niha rewş hatiye guhartin. Niha makîneyên wêneyan ên pîkselên wan baş û kamerayên herî pêşketî derketine. Bi vê ve girêdayî sosyal medyayê jî pir baş bi kar tînin. Ev hemû deref dihêlin ku sermayedar li her der...

Tîpên hilmî û nehilmî (denganiya kurdî 2)

Resim

Cînavka Berbihevîn ‘’hev’’

Resim
Cînavka berbihevîn ‘’hev’’ pir xweşik û sivik e. Di zimanê mirov de bi tu awayî naliqe û herikbar e. Ev cînavk bi armanca karê ku li beramberî hev tê kirin nîşan dide, tê bikaranîn. Taybetiyeke vê cînakê jî yekjimariyê nanimîne pirjimariyê dinimîne. Yanî mirov nikare tenê ji bo kesekî bi kar bîne. Divê herî kêm du yan jî sê kes li holê hebin. Di kurdî de hinek cînavkên şûna vê cînavkê digirin jî hene. Her wekî   ‘’êk’’,   ‘‘êk   û din’’, ‘’êk du’’, ‘êk û dî’’, ‘’hev û din’’, ‘’hev û du’’, ‘’hev û dî’’ û ‘’hevdu’’…   Forma ‘’êk’’ li aliyê Şirnex, Hekarî û Behdînanê tê bikaranîn. Formên mayîn jî li gorî herêman tên guhartin. Lê di zimanê nivîskî de forma herî zêde cihê xwe girtiye ‘’hev’’ e dûre ‘’hevdu’’ tê bikaranîn. Bi baweriya min forma herî xweşik û herikbar ‘’hev’’ e. Forma ‘’hev’’ bi tena serê xwe têra derbirînê dike. Mînak :       Em  hevalên   hev  in.   Ew   bi   hev  re  dimeşin .   ...

Hînkarî / Egzersîz

Resim
Ji bo ku peyv bi awayekî xweşik, zelal û herikbar ji devê mirov derkeve divê egzersîz bê kirin. Gelek bêjer, stranbêj, şanoger û rêveber egzersiza henaseyê û tîpan dikin. Heke em jî rojê çend caran tîpên dengdêr bi yên dengdar re bideng bi lêv bikin û her roj dubare bikin, piştî demekê em ê di axaftina xwe de guhertineke mezin bibînin. Her wiha divê em hînî awayê derxistina dengan yanî tîpan jî bibin. Lê di vir de bikaranîna henaseyê jî girîng e. Divê em henaseyeke rast bidin û bistînin. Ji bo vê henaseya diyaframê tê tercîhkirin.  Bo nimûne, tîpa ‘’o’’ tîpeke dengdêr e. Bi tena serê xwe tê bilêvkirin. Divê em awayê derketina wê zanibin. Tîpa ‘’o’’ ji şikefta dev bi tena serê xwe derdikeve. Ji bo derxistina vî dengî mirov devê xwe kêmekî ji hev vedike, kêlekên lêvan datîne ser hev, lêvan bi pêş de dibe, lê ne ber bi jêr ve, rasterast û dûre ji şikefta dev dengê ‘’o’’ derdixe.  Gelek kes dengê ‘’o’’ bi devê girtî bi lêv dikin ango lêvên wan ser hev in, bi lêv dikin. Ev aw...

Kîjan form ji bo daçekan rast e?

Resim
Di kurmancî da yek ji wan mijarên girîng jî daçek in. Em daçekan di jiyana xwe ya rojane da gelekî bi kar tînin. Pêşdaçekên xwerû ‘’li’’, ‘’bi’’, ‘’ji’’ û ‘’di’’ ne. Paşdaçek jî ‘’da’’, ‘’ra’’, ‘’va’’ ne. Dema ku dibin bazinedaçek bi vî awayî dibin: “bi… da”, “bi…ra”, bi…va”, “di…da”, “di…ra”, “ji…da”, “ji…ra” û “ji… va”… Daçek bi tena serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê belê bêyî wan jî mirov nikare hevokan saz bike. Daçek erkên mîna pozîsyon, mayîn, pêrpêbûn, jêderketin, şibandin û mêjerê hildidin ser milên xwe.Loma jî di kurmancî de gelekî girîng in. Her wiha daçek ji bo çêkirina lêkeran jî gelekî girîng in. Danerê alfabeya kurdî Mîr Celadet Bedirxan dema ku alafabeya kurdî çêdike guh nade piraniya kurdan her wiha wêje û folklora kurdan jî. Wî li gorî awayê herêma xwe şûna dengê dawiya daçekan ‘’a’’ kiriye ‘’e’’. Bi vî awayî daçek ji forma resen derxistiye kiriye bi vî awayî: “bi…de”, “bi…re”, “bi…ve”, “di…de”, “di…re”, “ji…de”, “ji…re” û “ji…ve”… Tê gotin ku ji ber fo...

Ahenga Rengan - Kîjan Reng bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Resim
Reng, ji modayê heta sêwirandina grafîkê, ji dekorasyonê heta çapxaneyê di gelek qadên jiyana me de cihekî girîng digirin. Di jiyana me ya rojane de tiştên ku li pêş çavên me xweşik xuya dikin, li pişt wan ahenga rengan heye. Heke ev ahenga xwezayî tunebûya gelek tişt dê bê wate bûna. Ahenga rengan bizanebûn an jî bêzanebûn bandorê li ser zewqa têgihiştina me dike. Ji ber vê yekê jî ji bo ku reng li hev werin, mirov dikevin nava hewldanan. Hin kes sibehê rengên lihevhatî li xwe dikin, hin kes jî di qada kar de ji bo pesinan werbigirin, ji bo sêwirandina kartvîzîtan rengên lihevhatî yan jî rengên biaheng bi kar tînin. Heke em werin ser pirsa kîjan reng li kîjan rengî tê, em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de gelek xebatên zanistî hatine kirin. Lê belê kîjan reng li kîjan rengî tê, ev girêdayî zewqa mirovan e. Yanî mirov bi awayekî teqez nikare bibêje ev reng ji bo te xweşik e yan jî mirov nikare bibêje îlem ev reng li hev tên. Lê rastiyeke wiha heye ku divê em bibêjin, bi salan e l...