Gihanekên Nexwerû
Gihanekên nexwerû gelek in. Ew herî kêm bi du hêmanan pêk tên. an...an... An serkefitn an serkeftin! An mirin an felat! an…na Ew hevalê hevala te ye an na ? Tu yê bibêjî an na, ez ê bibêjim. an...an jî... An em ê biçin sînemayê an jî biçin şanoyê. An tu yê werî an jî Zozan. berî ku Berî ku em biçin, me amadekariya xwe kir. Berî ku ez binivîsim, ez difikirim. çawa ku Çawa ku wî ez dîtim, destê xwe ba kir. Çawa ku kete dibistanê, kete bîra wî. çi...çi... Çi ji milê rastê, çi ji milê çepê re dikarî bigihêjî parka Cegerxwîn Çi ji aliyê dê û çi ji aliyê bavê ve hebû, li wan parî kirin. çima ku Ji hevalê xwe xeyîdî ye, çima ku agahdar...