Bibêje wê ji van deran nebû xerîbek bû nediyar bû û çû bibêje toz bû bahozê hilda bir ez çi zanim bibêje wekî ewran bû bû gurminî wenda bû bibêje pelê darê bû riziya kete erdê bayê hilda bir perçiqî hûr bû belav bû bibêje berf bû baran bû lehî rabû erdê re xişikî çû bibêje xewn bû xeyal bû ne ras t bû derew bû û çû... Bawer Agirî