Tahm Tahma Çemçikê ye
Malxoyê malekê êvarê kefçiyê xwe ji legana şorbeya nîskan dagirtiye û kiriye devê xwe. Dîtiye ku tama wê gelekî xweş e. Qîriyaye û weha gotiye: ” Oxxx, ev şorbe çi qas xweş e!” Bûka wî gotiye: ”Min pehtiye.” Mêrik bi peyva bûka xwe razî nebûye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji pehtinê ye.” Dota wî ya mezin gotiye: ”Min rûn avêtiyê.” Mêrik bi peyva dota xwe dilbicî nebûye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji rûn e.” Dota wî ya navîn gotiye: ”Min xwê avêtiyê.” Mêrik bi peyva dota xwe jî qebûl nekiriye, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji xwê ye jî.” Dota wî ya biçûk gotiye: ”Min îsot avêtiyê.” Mêrik guh nedaye dota xwe ya biçûk jî, gotiye: ”Naaaa, ev tahma xweş ne ji îsotê ye jî.” Jina wî gotiye: ” Dema ku şorbe di beroşê de dikeliya, min bi çemçikê ew li hev xist û tev da. Hingê merik bi kêf gotiye: ”Hah, ji ber wê tevdanê ye ku şorbe ew qas xweş bûye! Nexwe ev tahma xweş tahma çemçikê ye.