Kayıtlar

yarsanî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Lîza Xanim

Resim
Navê vê xatûna dildar ku wekî gewhereke şev çirayî di wêjeya Kurdî de diteyîse. Lîza Xanim, ji ber ku ji malbata wê re Cafê ciwanro tê gotin, heman navmalbat li dawiya navê wêjevana me jî tê bikaranîn û dibe Lîza Xanima Caf. Lîza Xanim di sedsala pêncama koçî de jiyaye. Ew eslê xwe ji bajarê Şarezûrê ye. Lê belê demek dirêj li Loristanê jiyana xwe domandiye. Di pirtûka Serencamê de jî tê gotin ku Lîza Xanima Caf yek ji alîgirên Şa Xweşîn tê jimartin. Ji Lîza Xanimê hinek helbestên du malik li cih mane û gelekê xweş û balkêş in. Lîza Xanim di lêdana tembûrê de jî şareza û hotsa bû. Wê helbestên bi awaz û bi lêdana tembûrê, li camêrxane û dîwanxanan de digot. Mînak ji dumalikên Lîza Xanimê Heyder seraf Heyder seraf Çendî ne Eyne bîm ne gêc taf Îsa mewçan penem kiçe caf Qebale marî ne taş mefaf Wate: Ey heyderê gewher nas, demekê ez di eynêyê de bûm. Ez di nava gêjîtiya tavgeha wê avahiyê de dijiyam. Niha ji min re dibêjin ey keça Caf, dibêjin tu kodeya sir û razan a yarî ku ...

Pîr Şalyar (1006-1098)

Resim
Pîr Şalyar an Pîr Şehriyar ku bi Pîrê Şalyarê Hewramî navdar bû, yek ji pîr û mezinên ola yarsaniyan bû. Navê wî Xudadad kurê Camaspeyî ye. Ew di sala 1006'an de li Hewramanê ji dayîk bûye. Di xortaniya xwe de çûye Loristanê, li cem Şa Xoşên ê ku rêberê ola Yarsaniyan bû û sê salan li wê derê ma. Ew li ser daxwaza Şaxoşênî vegeriyaye Hewramanê û li wê derê bîr û baweriyên Yarsaniyê belav kirin. Ew di zanista gotin û mentiqê de pispor bû û di sala 1098'an de mir. Hinek wî wek rêberê zerdeştiyan ê herî dawî yê li Hewramanê bi nav dikin.  Pîr Şalyarî pirtûkek şîretan bi navê ''Marîfeto Pîr Şalyar'' bi Kurdiya Goranî li pey xwe hiştiye û ew li cem Hewramaniyan pir pîroz e û li wê derê hinek dibêjin ku ew ji Quranê kevnitir e, ji ber ku îslam piştî hîngê gihaye Hewramanê. Beyt, bend û şîretên Şalyarî yên di wê pirtûkê de hene, ji zardevê xelkê hatine wergirtin û nivîsandin. Tama Zerdeştiyê di helbestên Pîr Şalyarî de serdest e, Kurdiya wî ji Erebî pak e û ev bi ...