Kayıtlar

gotinên xweş etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Gotinên Gelêrî 1

Resim
Erdê jorîn li xeto Erdê jêrin li xeto Li ser me re refik beto Înglîz bû hikmeto Mirin ketî qurbeto Mexfer ketî mobeto Ehbabê min Ezeto Çi qas bi sir û rûbeto Li cem ehbaban bi qîmeto Yegdir yoxme çûmîre Qunmiş nehya mudîr e Wele rêka min dûr e Têl û ka tembûr e Li ser min re çû enbûre Mast keyend ber de tûr e Ehbabê dûr bi nûr e

Çavên Te yên Stêrkî

Resim

Şeş Tîpên Kurdî

Resim
Ev tîpên li jêr ne ji rêzê ne. Baş bala xwe bidinê sê dengdêr (ê, î, û) sisê jî dengdar (q, w, x) in. Ev tîpên bedew û rengîn çend hezar sal e jiyana bav û kalên me xemilandine, hê jî dixemilînin. Bav û kalên me bi van tîpan xewn û xeyalên xwe, êş û kêfxweşiyên xwe anîne ziman. Bi van dengan gazî hev kirine, bi van dengan jev hez kirine. Ev şeş tîpên bedew rastî gelekî êrîşan hatine. Hatine qedexekirin û wek ji ne ji tîpan in hatine hesibandin... Ji bo van tîpan gelek can û c ananan canê xwe dane. Her wiha gelek keç û xort, kal û pîran jî mirazê xwe pê şa kirine. Gava dibêjin ''Ez û tu'' pileya hezê ji erdê ta asmana bilind dibe. Yan jî bi gotina ''Îşev were xewna min'' sarincên çolan jixweber tijî ava sar dike. Heke tîpa ''î' nebûya ''îşev'' ê çawa bihata gotin. Her wisa tîpên din... Ê, w, q, x... Û yên din... Ev şeş tîp delalên ber dilên me ne. Em tu carî wan bernadin. Bawer AgirÎ

Tu Çi Qas Şîrîn î Zimano!

Resim
Axx tu çi qas şîrîn î zimano! Ew qertafên te yên ji navdêr û rengdêran cuda dibin, min sermest dikin. Daçekên te, cînavkên te, hekaniya te, bilaniya te mirov dibilbilîne. Ez ê behsa kîjan taybetmendiya te bikim nizanim. Dema tu têyî bîra min tenê gotinek dinehwire li ser lêvên min ‘’mmm çi xweşik î’’ Axx ew lêkerên te yên xwerû, pêkhatî û hevedudanî wek tasek ava sar a zozana ye. Ew demên te, têdayî, dûdar, çîrokî û bê ya nêzîk, dike ku ez ji hemû deman ewk bibim. Avaniya tebatî, lebatî jî bi ser de tebata mirov tîne. Ez dikim bibim çîrokiya dema niha. Yanî berdest. Ez dikim bibim cînavka girêkî ya dibe pira navbera eşqê. De carekî min hemêz bi ravekên rêzîn. Min bibe çiyayê Agiriyê bigerîne bi gerguhêz û veguhêzê. Li Botanê silavekê bide Mîrê Mîran Bedirxan... Bawer Agirî