Kayıtlar

şengal katliamı etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Dem ne Dema, Safewî, Osmanî û Ereban e

Resim
Şengal ji bo komkojiyê bi tenê nimûneyeke ji bo dema nêzîk. Heke em bi giştî qirkirina kurdan hildin dest, em ê baştir bigihêjin encamên rast. Dema ku artêşên îslamê ketin axa Kurdistanê komkojî dest pê kir. Kurdên ku ji ber bêçarebûnê îslam qebûl kirin, ketin rewşa koletiyê. Çi çaxa ku kurdan îslam qebûl kirin, wê demê bindest, şerpeze, koçber û perîşan bûn. Dema ku mirov li kurdên sûnî dinêre yên xwe nas dikin ne tê de, meyla wan a radestbûnê, gelfirotinê û nokeriyê hîn zêde xuya dike. Çimkî di bin hişê wan de şopên serîtewandinê bi cî kirine. Gelekî ku bi darê zorê hatibe bindestkirin, çand û hunera wî hatibe guhartin, ziman hatibe bişaftin, rihê netewebûnê pê re tune be ne mimkun e ku di demeke kin de were ser hişê xwe. Hêzên desthilatdar piştî bidestxistina axa neteweyekê, ji bo mayîndekirina destkeftiyên xwe hemû cure hîleyan dixin dewrê. Yek ji wan hîleyan jî ''Heke hûn dengê xwe nekin, em bira ne.''  Bira? Bi çi awayî? Heta kengê? Bi rastî jî em ê bibin bi...