Kayıtlar

ehmede xani etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Ehmedê Xanî (1651-1707, Hekarî)

Resim
Ehmedê Xanî helbestvan, nivîskar û fîlozofê herî mezin ê gelê kurd tê nasîn. Xanî, di wêje û toreya durdî de wekî stûneke bingehîn tê pejirandin. Xanî wêjevan, zanyar, rewşenbîr û derhênerê ramana serxwebûn û azadiya gelê xwe tê dîtin. Ehmedê Xanî xwe bi xwe dîroka jidayîkbûna xwe di malikekê de diyar kiriye: "Lewra ku dema ji xeybê fekbû Tarîx hezar û şêst û yek bû "  Wekî ji helbestê jî xuya dike Xanî di sala 1651’ê de li Bazîdê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e. Bapîrê Eyas û Kalê jî Rustem e. Navê wî yê rast Ehmed e. Nasnavê wî jî Xanî ye. Xanî li bajarê Dîza Sipî (Beyazîd) ê ji eşîra Xanîyan e. Ji ber ku malbata wî malmezinek bû, hêj di biçûkatiya Xanî de bavê wî ew daye xwendinê. Li Medreseyan waneyên zanistî û li dîwanxanan jî waneyên cîhanî girtine.  Mezin dibe û pileya xwendina wî pêş dikeve, ji bo fêrbûna xwendina erebî diçe di nav feqan de, di wê demê de exbala herî mezin ew bû ku kesek bikare biçe nava feqan û fêrî erebî bibe. Ehmedê Xanî li Bazîdê û...

Pûtperestî - Pûtneperestî

Pûtperestî - Pûtneperestî Hin olperestên ku kromozomên wan çil û pênc in (di biyolojiyê de heke kromozomên mirovan ji 46'an kêmtir an jî zêdetir bin ew wekî kêmaqil tên hesibadin) peykerê Ehmedê Xanî yan jî peykerên kesayetên girîng wekî pût bi nav dikin. Ka em li wateya pûtê binêrin bê ka pûtperestî çi ye pûtneperestî çi ye. Di civakên pêşîn ên hoveber de wisa dihat bawerkirin ku di hin mirovan de hêza dervî asayî, hêza efsûnî ya Xwedayî heye. Ji ber vê yekê jî wan ew wekî Xweda didîtin û dihebandin. Mirovên hoveber bi baweriya feydeya peykerê dê bigêje wan bi texte, herî yan jî bi keviran peykerên mirovan (qiralan) çêdikirin. Her wiha ji bo ku wan bi bîr bînin, rêz û hurmetên xwe pêşkêşî wan bikin û sûdê ji wan werbigirin peykerên wan çêdikirin. Wekî tê zanîn di civakên hoveber de peyker/pût bi awayekî negatîf hatiye bikaranîn. Di demên berê de mirovan mirov dixistin şûna Xwedê û bawerî bi wan dianîn. Ev peykerê li jêr xanedana firewn temsîl dike. Peyva ''firewn...