Miradxanê Bazîdî (1737-1785)
Miradxanê Bazîdî di sala 1743’an de li bajarê Bazîda kevin ji dayîk bûye. Berî ku em der barê Miradxan de agahiyan bidin, em ji bajarê wî Bazîdê hinekî agahiyan bidin û rola vî bajarî ya di warê wêjevanên kurd de bizanibin. Bazîd di dîroka wêjeya kurd de cihekî xwe yê girîng heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên Kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd bi nav kirine. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrê rojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Qesra Îshaq Paşa di navbera her du bajaran de cih digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêş ket û bajarê kevin hat ruxandin. Taybetmendiya Bazîdê ji bo kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wir bi cih bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihiştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi ...