Navê Min Çi ye?
Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke. Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman, axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerde...