Kayıtlar

pomodoro çi ye etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Pomodoro çi ye? Bi Rêbaza Pomodoroyê Wane û Karên Xwe bi Hêsanî Bikin

Resim
Dema ku hûn dil dikin  waneyên xwe çêkin an jî karekî din bikin hi şê we diçe cihekî din? Hûn nikarin rojane dema xwe kontrol û saz bikin? Hûn xwendekar, bernamenûs, nivîskar, rêveber, mamoste û parêzer in? Qet ferq nake. Ez ê ji we re qala rêbaza Pomodoroyê bikim. Hûn ê bi vê rêbazê bikaribin karên xwe bi rêk û pêk pêk bînin. Em dest pê bikin… Gelek caran hatiye serê we jî. Dema ku mirov hez dike karekî bike yan jî waneya xwe çêke, cardin dev ji wî ramanî berdide. Lê teqez divê mirov karê xwe bike û xilas bike. Hin kes nizanin rojane dema xwe saz bikin. Difikirin ku yê karê xwe kengê û bi çi awayî xilas  bikin.  Morelê wan xirab dibe, ji kar an jî ji waneyê sar dibin.  A di vir de rêbaza Pomodoroyê  dikeve dewrê.   Pomodoro çi ye? Di sala 1980ê de ciwanekî îtalî yê  bi navê   Francesco Cîrîllo dikeve wê ferqê ku nikare dema xwe li gorî karê xwe saz bike. Paşê difikire ku dê vê pirsgirêkê çawa çareser bike. Di dema fikirandinê de...