Divê Em di Ferhengan de Zayend û Cureyên Peyvan Nîşan Bidin
Ji bo zimanekî nivîskî sê tişt girîng in: alfabe, ferheng, rêziman... Ez niha naxwazim behsa alfabe û rêziman bikim, lê ez ê hewl bidim çend gotinan li ser ferhengan bibêjim. Dema ku mirov bi giştî li ferhengên kurdî dinêre, piraniya wan bi awayekî amator hatine amadekirin. Bi taybetî jî ferhengên li ser înternetê. Rixmê ku zimanzanên me gelek caran gotine divê zayenda navdêran (navan) di ferhengan de bê nîşandan, lê mixabin kesî zêde guh nedaye wan, kê çawa xwestiye wisa ferheng amade kiriye. Gelek kesan an li gorî devoka xwe yan jî li ku peyv dîtiye li ferhengê zêde kiriye. Ez bi xwe çend kesên amator ên der barê ziman de qet agahiyên wan nîn in ên li ser înternetê ferheng amade kirine, nas dikim. Bêgûman wan xwastiye xizmetê ji zimanê kurdî re bikin, lê vê yekê ji xizmetê zêdetir tevlihevî bi xwe re anîne. Divê bê zanîn ku em karên wiha girîng ji kesên ehlê vî karî re bihêlin baştir e. Her wiha divê qet nebe berî ku em xebateke mîna ferhengê girîng amade bikin, di...