Kayıtlar

wêjeya kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Wêje Jêderka Herî Girîng a ku Pêwîst e Mirov Serî lê Bide

Resim
Wêje, di wateya giştî de zanisteke ku jiyana mirovahiyê ji bo me dide nasîn û fêmkirin. Mijara wêjeyê, bi hemû aliyên xwe ve paşeroja mirovahiyê ye. Wêje, bingeha xwe ji jiyana exlaqê baş digire. Exlaq, hêza fikirîna hevpar a civakê ye û wijdana civakê ye. Ji raveyên raman, bûyer, hest û xeyalan bi gotin an bi nivîskî ji bo xwendevan an jî guhdarên xwe bihest, coş, kêfxweşî, zewq û bedewiyeke bilind radighinê re ‘’wêje’’ tê gotin. Wêje, tê wateya pîşekarî, lêkolîn û rêkupêkbûnê. Peyva wêje ya ku di zimanê erebî de wekî edeb tê binavkirin tê wateya birêkûpêkî û pîvanbûnê. Ji berhemên bi vê armancê hatin derxistin re berhemên wêjeyî tê gotin. Wekî tê zanîn gelek hêz û dînamîk dibin sedema pêşketina civakan. Ez ê zêde li ser vê nesekinim. Çimkî ez naxwazim nivîs zêde dirêj bibe, lê ez dixwazim hinekî jî behsa girîngiya wêjeyê bikim. Wêje, ji aliyên xwe yên heyberî û giyanî ve pireke di navbera demên borî û dema bê ya civakê de hatî sazkirin û goftûgoyeke berdewam e. Wêje, xweşiki...

Mijara Wêjeyê

Resim
Mijara wêjeyê; bi giştî mirov e, bi taybetî civak e. Wekî rêberê gelê kurd A.Ocalan jî dibêje, “Huner û wêje du amûr in ku bêyî wan civak nabe.” Wêje ne tenê wênekêşana jiyanê ye, di heman demê de pêwîst e wêje gel pêş bixe û ji gel re xizmetê bike. Heke wêje ne ji bo pêşxistina civakê be ne di berjewendiya gel de ye. Yê gel nas neke, birînên wan nebîne û êşa wan nekişîne nikare wêje û dîroka wan jî binivîse. Li gorî vê wêje, çavkaniya afirandina mirov û civakê û her wiha afirandina rêzdayîna wan e.

Natûralîzm (xwezaparêzî)

Resim
Naturalîzm herikandineke wêjeyî di sedsala XIX’an de, li Fransayê dest pê kiriye. Rêberê herikandina naturalîzmê Emîle Zola ye, naturalîzm û realîzm wekî hev tên hesibandin. Li gorî naturalîzmê her tişt bi mirov û bûyerên xwezayî ve girêdayî ne. Bi taybetî li ser bingeha rastiyê hatiye avakirin. Li gorî felsefê li ser bingeha meteryalîzmê bilind bûye. Rêgezên wê: 1- Ev herikîn awayekî zêdeker ê realîzmê ye. 2- Hunermendê wê bûyer û kesan bi çavê kesê zana lêkolîn dike û ji têgihandina aliyên wan ên xirab nareve. 3- Nivîskar ji rêgezên bûyerên biyolojîk ên wekî sedem û encameke diyar dikeve rê û vê di wêjeyê de pêk tîne. 4- Destûra ku dibêjin huner kopyaya xwezayê ye, hawêj dike. 5- Li gel nivîskarê wê lêhatina tov, bandora hawîrdorê ya li ser mergê mirov; pesertina taqîkirinê û çavdêrîkirin girîng in.

Di Wêjeya Kurdî de Rola Bazîdê

Resim
Bazîd di dîroka wêjeya kurd de cihekî xwe yê girîng heye. Di Medreseya Bazîdê de gelek helbestvan û wêjevanên kurd gihîştine. Kurdan ev bajar bi navê Bazîdaxa yan jî bi kurtayî Bazîd bi nav kirine. Bazîd bajarekî Kurdistanê yê gelekî kevnare ye. Dikeve Başûrê rojavayê Çiyayê Agirî. Bajarê kevin di geliyekî teng de ye û bi pênc kîlometreyan dûrî bajarê nû ye. Xirbeyên Qesra Îshaq Paşa di navbera her du bajaran de cih digirin. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn bajarê nû pêş ket û bajarê kevin hat ruxandin. Taybetmendiya Bazîdê ji bo kurdan ev e ku piştî Ehmedê Xanî li wir bi cih bû, êdî bajar bû navendeke çand û wêjeya kurdî. Gelek wêjevan, helbestvan û nivîskarên kurd di Medreseya Ehmedê Xanî de gihiştin. Ji çend kesên navdar ku di vê Medreseyê de xwendin û bi nav û deng bûn yek jî Mirad Xan e. Digel Mirad Xan helbestvan û wêjevanên din ku di Medreseya Bazîdê de gihiştin ev in: Îsmayîlê Bazîdî, Mele Mahmûdê Bazîdî û Xelîfe Yûsiv. Li Medreseya Bazîdê ku Ehmedê Xanî pirtûkxaneyek me...

Romantîzm

Resim
Romatîzm li Fransayê di sala 1830yî de pêş ketiye û wekî reaksîyona li dijî klasîzmê derketiye holê. Li gorî parêzvanên romantîzmê ji kesên dilpak xirabî çênabe. Dîsa li gorî wan li cîhanê xirabî tune be, cîhan dê gelekî xweş bibe; wê demê mirov dê bextewar bibin. Gelek nivîskarên navdar ên wekî Godhave (alman), Lond Byron (îngilîz),Vîktor Hûgo (fransiz), romantîzm dane destpêkirin. Romantîzm peyveke almanî ye. Ji ''die Romantik'' hatiye dariştin. Bi taybetî bi afirandina berhemên Vîktor Hûgo hîn bêtir xurt bûye. Romantîzm berhemên civakê hildide dest û bi hest û xeyalan dixemilîne û pêşkêşî civakê dike. Li gorî romantîzmê xweşikbûn ji beriya her tiştî tê. Bi vê boneyê girîngiyeke gelekî mezin dide xweşikbûna hest û xeyalan. Rêgezên wê yên bingehîn ev in: 1- Bingeha romantîzmê hest û xeyal in. Romantîzm li ser bingeha hest û xeyalan an jî bi dilşadbûnê tê. 2- Mijarên xwe ji dîrokê, çanda gel û wêjeya hemdem digre. Hunermend di berhemên xwe de evîndarî, xwe...

Klasîzm

Resim
Têkiliyên   di   Navbera   Herikîna   Wêje  û  Herikîna   Hizirê  de   Gelek   nivîskar   û  helbestvan   an  bûne   pêşengê   herikîn a   hizirî  yan  jî   di   nava   herikînek e   hizirî   de   cih   girtine .  Wêjevan   di   heman   demê   de   mirovên  hizirînê  ne .  Bi  derketin  û  pêşketina   hizirê  re  wêje   jî   pêş   ket .  Di   zimanê  me de  ji   ber   ku   wêje   xwediyê   bingehek e   dewlemend  e; ev  rewş   zûtir   pêk   hat .  Li   aliyê  din,  guhartin  û  pêşketinên   wêjeya   c îhan ê   jî   bandorek e   erênî   li  ser  pêşketina   wêjeya   k urdî   jî  kir.  Ka ...