Kayıtlar

baweriya Yarsaniyan etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Pîr Şalyar (1006-1098)

Resim
Pîr Şalyar an Pîr Şehriyar ku bi Pîrê Şalyarê Hewramî navdar bû, yek ji pîr û mezinên ola yarsaniyan bû. Navê wî Xudadad kurê Camaspeyî ye. Ew di sala 1006'an de li Hewramanê ji dayîk bûye. Di xortaniya xwe de çûye Loristanê, li cem Şa Xoşên ê ku rêberê ola Yarsaniyan bû û sê salan li wê derê ma. Ew li ser daxwaza Şaxoşênî vegeriyaye Hewramanê û li wê derê bîr û baweriyên Yarsaniyê belav kirin. Ew di zanista gotin û mentiqê de pispor bû û di sala 1098'an de mir. Hinek wî wek rêberê zerdeştiyan ê herî dawî yê li Hewramanê bi nav dikin.  Pîr Şalyarî pirtûkek şîretan bi navê ''Marîfeto Pîr Şalyar'' bi Kurdiya Goranî li pey xwe hiştiye û ew li cem Hewramaniyan pir pîroz e û li wê derê hinek dibêjin ku ew ji Quranê kevnitir e, ji ber ku îslam piştî hîngê gihaye Hewramanê. Beyt, bend û şîretên Şalyarî yên di wê pirtûkê de hene, ji zardevê xelkê hatine wergirtin û nivîsandin. Tama Zerdeştiyê di helbestên Pîr Şalyarî de serdest e, Kurdiya wî ji Erebî pak e û ev bi ...