Kayıtlar

kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mamosteyek Kurdan Baş Mînak Nîşan Dide Lê?

Resim
Mamosteyekî zimanê tirkî waneya xalbendiyê dide şagirtan. Mijar tê ser pirsnîşanê. Îcar di vê mijarê de kurdan mînak nîşan dide. Dibêje ku kurd di vê mijarê de gelekî serkeftî ne. Çimkî ew pir xweşik dipirsin. Wekî mînak: Yemek yedin?(Te xwarin xwar?) Uyudun?(Tu razayî?) Fındık yersin?(Tu yê findiq bixwî?) Mamoste kurdan wekî mînak baş nîşan dide, lê nizane di kurdî de pirs bi piranî bi rêya kirpandinê tên kirin. Wekî mînak, di hevokên ''Tu nayê?'', ''Ew razaye?'', ''Dengê min nayê?'' de pirs bi rêya kirpandinê hatine kirin. Ev jî dewlemendiya zimanê kurdî ye. Ji ber ku mamoste mîna aqilê dewletê faşîst e, nabêje kurd, dibêje ''doğulu'' yanî rojhilatî. Heke hezkirina kurdan di dilê wî de hebûya dê bala xwe bida rêzimana kurmancî jî. Dê bidîta ku di kurdî de pirs bi rêya kirpandinê tê kirin. Lê mixabin ew jî wekî gelek kesên ku bi aqilê dewletê yê faşîzane dijî. Ji ber vê yekê jî ne mimkun e ku hînî kurdî bibe yan j...

Girîngiya Zimên

Resim
Ziman, hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira navbera paşeroj û pêşerojê ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e ku pêk were. Ziman ferdên civakê bi hev ve girê dide û di navberê de dibe navgîna sereke. Ziman navgîna xwendin û nivîsandinê ye û bi axaftinê jî têkiliyeke xurt di navbera mirovan de çêdike. Ji ber vê yekê jî ziman amrazekî sereke yê di navbera jiyana mirovan de ye. Mirov bi saya ziman xwe îfade dike û hemû xewn û xeyal, daxwaz û xwestekên xwe pêk tîne. Mirov dikare bibêje ku firça di destê wênesaz de çi be, ziman jî ji bo mirovan ew e, risteyên helbestan ji bo stranan çi bin, ziman jî ji bo xwederbirîn û xweîfadekirina mirovan ew e. Bi saya ziman helbest, roman û gelek mijarên din hatine nivîsandin û têne nivîsandin. Şano têne nivîsandin û lîstin. Mirov bi nivîsên wiha re bi pêş dikeve û bextewar dibe, dibe xwedî agahî û zanînê. Mirov bi xwendinê hînî babetên cuda dib...

Bişaftin - Xwebişaftin

Resim
Bişaftin - Xwebişaftin Ji bo ku dewletên dagirker gelên din têkin bin kontrola xwe û têkin bin xizmeta xwe şûna kuştinê rêbaza bişaftinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê jî bişaftin rêbazeke herî xeternak e ji bo gelên bindest. Desthilatdar an jî dagirker bi siyaseteke durû, xapandin, çewsandin û helandinê vî karî dimeşînin.   Wekî tê zanîn gelek bişaftin li ser gelan hatiye maşandin û bi taybetî li ser gelê kurd. Dagirkeran her cure rêbazên bişaftinê pêk aniye. Li rojava ji bo valakirin û tunekirina gund û bajarên kurdan di sala 1965'an de plana kembera erebî hatibû amadekirin. Di sala 1974’an de ev plan dane destpêkirin. Ji bo tunekirina ziman, çand, kevneşopî, dîrok û ji bo her tiştekî kurd ji holê rabe xebatên dijmirovane pêk anîn. Rejîma Sûrîyeyê malên kurdan jê standin, ew nefî kirin û politîkayên erebkirinê dane destpêkirin. Ji bo ku kurd ji kurdbûna xwe şerm bikin, erebbûn û erebî derxistin pêş. Bi deh hezaran ereb di bajarên kurdan de bi cî kirin. Navên gund ...

Bîranînek Ji Bo Min Dê Qet Neyê Jibîrkirin

Resim
Dema ku pileya bêriyê derkeve asta herî jor û mirov hew bikaribe kontrolê bi dest bixe, bi çi awayî dibe bila bibe, mirov ji bo agirê hesretê vemirîne, berê xwe dide bendewarê xwe. Belê bendewar. Ew bendewarê xweşik û delal, nazik û nazenîn e. Warê me, evîna me, landika me ye. Ew cihê bav û kalên me ye. Kela jînê ye. Erê, daxwaza me ya çûna Agiriyê ji ber vê yekê bû: ‘’Bêrî’’… Ez, diya min û birayê min me amdekariya çûna Agiriyê dikir. Berî çûnê heyecaneke mezin bi me re hebû. Ev ne tenê cara yekem an jî duyem bû em ê biçûna. Em gelek caran çûbûn. Lê belê ev çûna me ya nû ji yên din cûdatir bû. Ji ber ku em ê îcar yekser neçûna gundê xwe, em ê biçûna Bazîda rengîn. Cihê ku Mem û zîn bûbûn destan, cihê xewn û xeyalên Xanî Baba, cihê ku bazên çiya bi mêrxasiyeke mezin di hemêza çiyan de hêlînên berxwedanê çêkirine. Ev gişt coşeke mezin dida me. Me amdekariya xwe xilas kiribû. Roja me hat û em çûn otogarê. Saet deh û nîv bû. Hereketa saeta otobusa ku em lê siwar bibûna 11:00 bû. H...