Folklor çi ye?
Bi fransî ''folklore'', bi tirkî ''halk bilimi'', bi kurdî jî jê re ''zargotin'' tê gotin. Folklor, (zargotin) berhemên çandê, kevneşopî, tore, bawerî, muzîk, reqs, lîstik, çîrok, serpêhatî, çalakî û berhemên bijîşkê yên gel lêkolîn dike, têkiliya di navbera wan de tespît dike; çavkanî, werar, belavbûn, ragihandin, pirsgirêkên guhartina wê li gorî reseniya xwe wekî encam di nava rêgez û teoriyekê de hewl dide ku derxe holê. Ji ber vê yekê jî mirov jê re dikare bibêje ''zanista zargotinê''. Folklor hemû nirxên gel di nav xwe de dihewîne. Di folklorê de her çi qas çavkanî şexsî bin jî, lê berhem dibin malê gel. Ev berhem ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin û di wê pêvajoyê de li gorî nifşê nû meyla guhartinê jî pê re çêdibe. Berhemên wêjeyî, destanên gel, stran, dûrik/manî, pêkenok, mamik û baweriyên der barê xwezayê de û berhemên wekî van dihundirîne. Peyva folklorê heta niha tenê wekî lîstik û dîlan hatiye zanîn. ...