Kayıtlar

Mart, 2019 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Navên Bajar û Navçeyên Kurdistanê

Resim
Her çi qas komxebata Rêbera Rastnivîsê biryara ‘’divê em hemû navdêrên nêr bitewînin’’ dabe; navên herêmên Kurdistanê wekî ‘’Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî, Kurdistana Rojhilatî, Kurdistana Başûrê Rojavayî’’ dabeş kirine û li ser me ferz kiribin û kêfa me ji vê yekê ra nehatibe jî, lê hinek mijarên xweş jî derpêş kirine. Yek ji wan jî navên bajar û navçeyên Kurdistanê ye. Min jî ji bo we li gorî herêman hejmara bajar û navçeyan kom kirin. Li gorî vê yekê li Bakur 25, li Başûr 6, li Rojhilat 4 û li Rojava jî 2 heb bajarên kurdan hene, bi giştî dike 37 bajar. Di nav van bajaran da bi 37 navçeyên xwe ve bajarê Urmîyeyê yê herî zêde xwedî navçeyan e. Bajarên ku herî kêm xwedî navçeyan in Colemêrg,  Îdir, Helpçe û Kerkûk e. Ji van bajaran jî her yek 3 heb navçeyên wan hene. Wekî encam li her çar perçeyên Kurdistanê 37 bajar û 336 navçe hene. Kerem bikin li gorî herêmên Kurdistanê navên bajar û navçeyan bixwînin.  Bakur Agirî, Avkevir, Bazîd, Dutax, Gîyadîn, Panos, Xa