Kayıtlar

sade bağlaçlar etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Gihanekên Xwerû

Resim
Gihanek bi serê xwe ne xwediyê tu wateyê ne, lê peyvan, komek û hevokan bi hev ve girê didin, an jî peyvekê, komekê bi hevokekê ve girê didin.   Hin daçek, hoker, lêker, cînavk, rengdêr  û navdêr bi erkên gihanekî tên bikaranîn; di yên xwerû û nexwerû de cih digirin û bi vî awayî dibin gihanek.  Ji aliyê peyvsaziyê ve gihanek du beş in: Ên xwerû û yên nexwerû.  Gihanekên xwerû ji yek hêmanan pêk  tên.   Di zimanê nivîskî de gihanekên xwerû yên herî zêde têne bikaranîn ev in. lê, an/yan, ango/yanî, de, heke/eger, heta/heya, jî, ka, ku, lewre/loma, ne, û... Mînak: an/yan Pênûsa  sor   an   a  zer  bide min! Pelê çirî   yan   ê neçirî,  ev  hemû yên  we ne.  ango/yanî    Ew bi  arsimê...