Kayıtlar

rayeka lêkeran çawa tê bi dest xistin etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Rayeka Lêkeran Çawa Tê Bidestxistin?

Resim
Lêker, bûyerekê, tevgerekê yan jî qewimînekê nîşanî me didin. Li cihê ku kar û tevgerek hebe, teqez li wir lêker jî heye. Lêkerên ku nehatine kişandin gişk navdêr in û mê ne. Her wiha rader in jî. Di kurmanacî de du rayek hene; rayeka dema niha, rayeka dema borî. Raderên kurmancî du heb in; /-n/ û /-in/ in. Em pêşî wekî mînak lêkera girtin hildin dest. Ev lêker   gerguhêz e û niha di rewşa raderê de ye. Yanî nehatiye kişandin. Heke em radera /in/ ê jê bavêjin girt li rastê dimîne. Ev jî rayeka dema borî ye. Lê heke em bixwazin rayeka wê ya dema niha bi dest bixin, îcar em ê tîpa /t/ yê   ji rayeka dema borî bavêjin. Îcar jî li ber destê me gir dimîne. Ev jî dibe rayeka dema niha . Em dîsa her du rayekan rêz bikin bibînin ka çawa ne. girt ( rayeka dema borî)   gir ( rayeka dema niha) Divê em bi bîr bixin ku rêbaza bidestxistina rayekan ji bo lêkerên gerguhêz û negerguhêz eynî ye. Lê di hinek lêkeran de di dema niha de guherîna dengan diqewime. Her wekî pelaxt ...