Kayıtlar

zimanê kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Yekzimanî yan Pirzimanî?

Resim
Parastina pirzimaniyê ji bo zimanê kurdî ne baş e. Ji ber vê yekê divê mirov piropagenda wê neke. Ev demek e ez kesên ku pir zimanan diaxivin dişopîn. Di dawiyê de min dît ku ew kes di warê hizirîn, derbirîn û axaftinê de bêîstîkrariyê dijîn. Ev yek jî nîşanê me dide ku mirov çi qas zimanê dayika xwe bi kar bîne, ew qas serkeftî dibe. Lê mixabin li Tirkiyê derfeta ku kurd li her qadê kurdî bi kar bînin û zimanê dayikê biaxivin nîn e. A ev yek jî dihêle ku mirov di karê xwe de qels bibe. Bo nimûne, kesekî tirkiya wî/wê şikestî ango qels be, nikare di pirojeyên zengîn de cî bigire. Çareseriya vê yekê jî xwestina perwerdeya zimanê kurdî ye û axaftina wî ye. Bawer Agirî

Navê Min Çi ye?

Resim
Min berî niha jî behsa girîngiya zimên kiribû û li ser vê yekê nivîsek nivîsî bû. Ez niha jî dixwazim balê bikêşim ser ziman û bi kurtasî çend gotinan bibêjim. Her wekî min berê jî gotibû ziman hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira di navbera paşeroj û pêşerojê de ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e bi rêk û pêk pêk were. Ziman endamên civakekê bi hev ve girêdide û di navberê de dibe navgîna sereke. Niha kî dikare bêyî axaftinê yan jî nivîsandinê pênaseya atomê bike? Yan jî kî dikare bêyî axaftinê bîrkariyê bi mirovan bide fêmkirin? Bêguman ev ne mimkun e. A li vê derê em pê dihisin ku ziman,  axaftin, xwendin û nivîsandin çi qas girîng in. Hemû gelê cîhanê bi vê rastiyê hisiyane, loma jî her sal butçeyeke pir mezin ji bo perwerdehiyê vediqetînin. Elbet em niha bi vî şiklê xwe û rewşa xwe ya heyî nikarin pereyekî pir mezin ji bo perwerdehiyê veqetînin, lê gelo em ji bo perwerde...

Malbata Zimanên Hind-Ewropî

Resim

Rixmê Hemû Bahozan Kurdî Gulan Vedike

Resim
Mirov bixwaze nexwaze pêşketinên rojane, bûyerên sîyasî û pêşketina teknolojiyê bandora xwe li ser ziman çêdike. Zimanekî karîger ji ber pêşketinên nû her tim bi pêş ve diçe. Ev pêşketin jî li ferhengê peyvên nû bar dike. Bi zêdebûn û dewlemendiya ferhengê hevokên nû, bedew û watedar derdikevin holê. Mirov bi van peyv û hevokan jiyana xwe dixemilînin û têkiliyên xurt ava dikin. Zimanê kurdî di cîhanê de yek ji wan zimanên din ê herî dewlemend û xwediyê dîrokeke kevnare ye. D ema ku mirov di warê ferheng û rêzimanî de kurdî û zimanên din dide ber hev tu kêmasiya kurdî nîn e. Heta mirov dikare bibêje ku di warê peyvan de kurdî ji zimanên din gelekî dewlementir e. Gava mirov li şert û mercên ku kurdî tê de ye dinêre û liserpêyanmayîna wê dinêre jê re heyran dimîne. Ev yek hêza kurdî nîşanê me dide. Ne tenê nîşanî me, nîşanî cîhanê jî dide. Mirov naxwaze mijarê zêde dirêj bike lîstok û êrîşên li dijî kurdî vebêje, lê mirov dikare bibêje ku; ‘’Rixmê hemû bahozan kurdî gulan vedik...

Girîngiya Zimên

Resim
Ziman, hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira navbera paşeroj û pêşerojê ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e ku pêk were. Ziman ferdên civakê bi hev ve girê dide û di navberê de dibe navgîna sereke. Ziman navgîna xwendin û nivîsandinê ye û bi axaftinê jî têkiliyeke xurt di navbera mirovan de çêdike. Ji ber vê yekê jî ziman amrazekî sereke yê di navbera jiyana mirovan de ye. Mirov bi saya ziman xwe îfade dike û hemû xewn û xeyal, daxwaz û xwestekên xwe pêk tîne. Mirov dikare bibêje ku firça di destê wênesaz de çi be, ziman jî ji bo mirovan ew e, risteyên helbestan ji bo stranan çi bin, ziman jî ji bo xwederbirîn û xweîfadekirina mirovan ew e. Bi saya ziman helbest, roman û gelek mijarên din hatine nivîsandin û têne nivîsandin. Şano têne nivîsandin û lîstin. Mirov bi nivîsên wiha re bi pêş dikeve û bextewar dibe, dibe xwedî agahî û zanînê. Mirov bi xwendinê hînî babetên cuda dib...

Bîranînek Ji Bo Min Dê Qet Neyê Jibîrkirin

Resim
Dema ku pileya bêriyê derkeve asta herî jor û mirov hew bikaribe kontrolê bi dest bixe, bi çi awayî dibe bila bibe, mirov ji bo agirê hesretê vemirîne, berê xwe dide bendewarê xwe. Belê bendewar. Ew bendewarê xweşik û delal, nazik û nazenîn e. Warê me, evîna me, landika me ye. Ew cihê bav û kalên me ye. Kela jînê ye. Erê, daxwaza me ya çûna Agiriyê ji ber vê yekê bû: ‘’Bêrî’’… Ez, diya min û birayê min me amdekariya çûna Agiriyê dikir. Berî çûnê heyecaneke mezin bi me re hebû. Ev ne tenê cara yekem an jî duyem bû em ê biçûna. Em gelek caran çûbûn. Lê belê ev çûna me ya nû ji yên din cûdatir bû. Ji ber ku em ê îcar yekser neçûna gundê xwe, em ê biçûna Bazîda rengîn. Cihê ku Mem û zîn bûbûn destan, cihê xewn û xeyalên Xanî Baba, cihê ku bazên çiya bi mêrxasiyeke mezin di hemêza çiyan de hêlînên berxwedanê çêkirine. Ev gişt coşeke mezin dida me. Me amdekariya xwe xilas kiribû. Roja me hat û em çûn otogarê. Saet deh û nîv bû. Hereketa saeta otobusa ku em lê siwar bibûna 11:00 bû. H...