Baba Tahirê Uryan (938-1010)
Yekemîn danerê çarikan bi zimanê Kurdî û hozanvanekî Kurd e. Ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Hemedanê ye. Ew bi Baba Tahirê Uryan, Baba Tahirê Hemedanî û Baba Tahirê Lorî jî tê naskirin. Navê wî rast Tahir e. Ji ber ku ew ji hêjayên ola yarsan bû; digotinê Baba ku hemwateya peyva pîr e, ya ku bo rêberên olî dihat bikaranîn. Wî bawerî bi sofîzmê dianî û ji ber vê yekê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew di sala 938’an de li Hemedanê ji dayîk bûye û her li heman cihî di sala 1010’an de koça dawî kiriye. Ji eşîra Loran e. Wekî tê zanîn Lor di nava Kurdan eşîrek dîrokî ne. Baba Tahir helbest û şîretên xwe bi kevintirîn zaravayê lorî nivîsandine. Li gorî gelek jêderên dîrokî yên kevin Baba Tahir Kurê malbatek xîzan bû. Baba Tahir kesayetek jîr, şareza, aqilmend û xwedî hişek fireh bû. Her çi qas wî bi zaravayê Lorî nivîsandibe jî lê Goranî jî dizanî; her wiha wî carnan zaravayên din jî tevlî helbestên xwe dikirin û wî bi riya helbestê, xwe bi vî awayî daye naski...