Kurdî (1809-1849)
Dil Xemgîn e Dilhinav birîndar e dil xemgîn e bê te Serê min gêj e canê min bê can e bê te Xewa min bê hişî ye bergê min palas e Xureka min xwîn e şadiya min şîn e bê te Ji çav işq û ji dil ah û keder bê te Tîrê tofan e ba û baran e bê te Ciyê min sehra ye wehşyar im û hevdem Dirk û refş û gewen e balgiyê bê te Ji işq û aha sar û awêna dil Cemala zer û reş rengîn e bê te Serê min mestûr û singa min ceng e dil Xefet yar û meqam nalîn e bê te Kebab-dilxwîn meyê saqî feraqê te Qedeh çav û me zem esrîn e bê te Hinav-gulzar û xwîn-gul baxevan-dil Fîxan-bibil cefa per jîn e bê te Zivistan mêla te peyîz birê min Biharê em ûmûd in havînê bê te Awa ez bûm şah û siltan û welî Tu xwedî can qet najî bê te Ferheng Gewen: Merşika mû dirêj Dirk: Dirî Refş: tiştê ne aheng tê danîn Fîxan: Xurîna bilbil Saqî: Meyger Qedeh: Şûşe Ûmûd...