Kayıtlar

helbestên kurdî. Helbest etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Min ji Hemêza Şevê re Nehêle

Resim
Min ji hemêza şevê re nehêle. Her der dîwarên bikevir in, bajar pêxwas e. Kevokên bêkes, neçin! Ez di tunebûnê de çivîkeke bêper im. Serî li ku bidim rûyê te, xem tijî ne bêyî te, neçe! Darên demsalî ji singa xwe pelên zer diweşînin, ez dibêjim neçe dê stêrk bicemidin! Dilê min dibe merxa siyeke bi tenê. Roj vedimire, sî mezin dibe. Xemgîniyeke ne xweş xwe berdide ser bajêr, neçe! Ez ê bimirim, neçe!