Peyvên Hevdeng
Peyvên hevdeng ji aliyê teşeyê ve wekî hev in, lê wateya wan cuda ye. Di kurdî de gelek peyvên bi vî rengî hene ku carinan peyvek tê sê-çar wateyan. Mînak: Ar ( agir ) Ar ( namûs ) Ax ( xwelî ) Ax ( ax kişandin ) Ba ( bayê tê ) Ba (cem) Bend ( asteng ) Bend ( tayê dirûnê ) Ber (kevir) Ber (xalîçe) Ber (zad) Bes ( hew ) Bes ( bi tenê ) Betal (ê ku kar nake ) Betal ( betalkirina karekî ) Bîr (hiş) Bîr ( bîra avê ) Birîn ( birîna laşi ) Birîn ( birîna daran) Çek (wekî kinc) Çek (wekî sîleh) Dan ( tiştek dan kesekî ) Dan ( genimê kutayî ) Dem (wext) Dem (dema çayê) Gelek (pir) Gelek (xelkek) Gotin ( hevok ) Gotin ( ji yekî re tiştek gotin ) Guneh ( ji bo tiştên heram ) Guneh ( reben ) Herî ( tewrî ) Herî ( axa şil ) Hêstir ( qantir ) Hêstir ( rondik ) Şiyar (ê ku ji xewê rabûye ) Şiyar ( bîrewer ) Heta ( bi qasî ) Heta ( bi ser de) Hawarî (