Ravek Bûye Gur Mamosteyên Kurdî li ku ne?
Ez carinan li ser înternetê lêkolîna hin tiştan dikim. Mijar çi dibe bila bibe ferq nake. Mijara min a îro ''ravek'' bû. Dema ku ez di geroka Googlê de tiştekî bigerim, ez pêşî bi kurdî dinivîsim lê digerim, lê heke ez negihêjim encameke ku ez dixwazim, îcar bi îngîlîzî, almanî yan jî bi tirkî dinivîsim û lê digerim. Wer hasil min di Googlê de nivîsî ravek û min pê li gerokê kir. Di serî de malpereke bi almanî ravekglassart.com derket pêşberî min. Dûre min çavên xwe li jêr gerandin, dîtina ku min dît, xwezî min nedîta. Navên ku bi ravekê hatine nivîsandin gişk biyanî bûn. Ez ketim beşa wêneyan çavpêketina ku ez çav pê ketim, xwezî ez çav pê neketama. Wêneyekî gur, bi tîpên mezin li ser dinîvîse RAVEK û li jêra wê jî bi tîpên mezin, bi îngîlîzî dinivîse THE WOLF yanî gur. Ez şaş û mehtel mam. Raveka me kengê bû gur anku bû THE WOLF? Meger ravek bi zimanên biyanî jî tê wateya hin tiştên din. Ez zêde serê we neêşînim dûre ez bi tirkî li ravekên kurdî geriyam, lê...