Hînkarî / Egzersîz
Ji bo ku peyv bi awayekî xweşik, zelal û herikbar ji devê mirov derkeve divê egzersîz bê kirin. Gelek bêjer, stranbêj, şanoger û rêveber egzersiza henaseyê û tîpan dikin. Heke em jî rojê çend caran tîpên dengdêr bi yên dengdar re bideng bi lêv bikin û her roj dubare bikin, piştî demekê em ê di axaftina xwe de guhertineke mezin bibînin. Her wiha divê em hînî awayê derxistina dengan yanî tîpan jî bibin. Lê di vir de bikaranîna henaseyê jî girîng e. Divê em henaseyeke rast bidin û bistînin. Ji bo vê henaseya diyaframê tê tercîhkirin. Bo nimûne, tîpa ‘’o’’ tîpeke dengdêr e. Bi tena serê xwe tê bilêvkirin. Divê em awayê derketina wê zanibin. Tîpa ‘’o’’ ji şikefta dev bi tena serê xwe derdikeve. Ji bo derxistina vî dengî mirov devê xwe kêmekî ji hev vedike, kêlekên lêvan datîne ser hev, lêvan bi pêş de dibe, lê ne ber bi jêr ve, rasterast û dûre ji şikefta dev dengê ‘’o’’ derdixe. Gelek kes dengê ‘’o’’ bi devê girtî bi lêv dikin ango lêvên wan ser hev in, bi lêv dikin. Ev awayê derxi