
Lîloza zirara şerabê bi qasî te negihaştiye min te pelên payîza min hûr hûrî kir da ber bayê şûr barana demsala ber bi biharê nema wekî berê tê xwarê kezeb dax daxî dil per peritî Serhed ji min dûr ez cixarê nakişînim lê carinan keseran dikişînim kûr û kûr ez aciz bûme vedixwim lê ne şeraba sor... Bawer Agirî