Lîloza 
zirara şerabê 
bi qasî te 
negihaştiye min 
te pelên 
payîza min 
hûr hûrî kir
da ber bayê şûr
barana demsala
ber bi biharê
nema wekî berê
tê xwarê
kezeb dax daxî
dil per peritî
Serhed ji min dûr
ez cixarê nakişînim lê
carinan keseran dikişînim
kûr û kûr
ez aciz bûme vedixwim
lê ne şeraba sor...

Bawer Agirî


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê