Ziman, hêmana bingehîn a ragihandinê ye. Mirov bi rêya ziman fikir, hest û ramanên xwe tîne ziman û têkiliyan bi hev re datîne. Ziman pira navbera paşeroj û pêşerojê ye. Bêyî ziman têkiliya mirovan ne mimkun e ku pêk were. Ziman ferdên civakê bi hev ve girê dide û di navberê de dibe navgîna sereke. Ziman navgîna xwendin û nivîsandinê ye û bi axaftinê jî têkiliyeke xurt di navbera mirovan de çêdike. Ji ber vê yekê jî ziman amrazekî sereke yê di navbera jiyana mirovan de ye. Mirov bi saya ziman xwe îfade dike û hemû xewn û xeyal, daxwaz û xwestekên xwe pêk tîne. Mirov dikare bibêje ku firça di destê wênesaz de çi be, ziman jî ji bo mirovan ew e, risteyên helbestan ji bo stranan çi bin, ziman jî ji bo xwederbirîn û xweîfadekirina mirovan ew e. Bi saya ziman helbest, roman û gelek mijarên din hatine nivîsandin û têne nivîsandin. Şano têne nivîsandin û lîstin. Mirov bi nivîsên wiha re bi pêş dikeve û bextewar dibe, dibe xwedî agahî û zanînê. Mirov bi xwendinê hînî babetên cuda dib...