Bişaftin - Xwebişaftin



Bişaftin - Xwebişaftin

Ji bo ku dewletên dagirker gelên din têkin bin kontrola xwe û têkin bin xizmeta xwe şûna kuştinê rêbaza bişaftinê bi kar tînin. Ji ber vê yekê jî bişaftin rêbazeke herî xeternak e ji bo gelên bindest.
Desthilatdar an jî dagirker bi siyaseteke durû, xapandin, çewsandin û helandinê vî karî dimeşînin. 

Wekî tê zanîn gelek bişaftin li ser gelan hatiye maşandin û bi taybetî li ser gelê kurd. Dagirkeran her cure rêbazên bişaftinê pêk aniye.

Li rojava ji bo valakirin û tunekirina gund û bajarên kurdan di sala 1965'an de plana kembera erebî hatibû amadekirin. Di sala 1974’an de ev plan dane destpêkirin. Ji bo tunekirina ziman, çand, kevneşopî, dîrok û ji bo her tiştekî kurd ji holê rabe xebatên dijmirovane pêk anîn. Rejîma Sûrîyeyê malên kurdan jê standin, ew nefî kirin û politîkayên erebkirinê dane destpêkirin. Ji bo ku kurd ji kurdbûna xwe şerm bikin, erebbûn û erebî derxistin pêş. Bi deh hezaran ereb di bajarên kurdan de bi cî kirin. Navên gund û bajarên kurdan guherandin û navên erebî lê kirin. Dema ku rejîmê ereb dişandin herêmê piraniya wan nedixwestin bên. Ji ber ku wiha difikiriîn, ‘’Rojek bê kurd dê bibin xwedîyê çek û mîna kurdên başûr dê êrîşî me bikin. Wê çaxê em ê çi bikin?’’ Lê dîsa jî beşek ji wan polîtîkaya rejîmê pejirandin û tevlî sûcê qirêjî bûn.

Dewleta tirk jî bi heman awayî mîna Sûriyê kiriye. Her cure rêbazên bişaftinê pêk aniye. Dibistanên bi tirkî ava kirine û zimanê kurdî qedexe kirine. Bi vê yekê ve girêdayî dibistanên şevê ava kirine ku kurd zûtirîn bihelin û hînî tirkî bibin. Dewletê bi vê rêbazê xwest ku zimanê kurdî ji holê rabe, bi awayên cur bi cur xebatên tunekirinê bi pêş xist û xwest zimanê kurdî bide jibîrkirin. Navê gund û bajarên kurdan guherandin û navên bi tirkî lê kirin û çi bi navê kurdî di resmîyetê de hebû ji holê rakirin.

Mirov dikare bibêje ku bandora ola îslamê jî bûye sedema bişaftinê. Ji ber ku li seranserê Kurdistanê di hemû medreseyan de zimanê fermî bi erebî bû. Li gorî baweriya îslamê nedibû ku îslam bi zimanekî din bê hînkirin. Vê nêzîkatiyê jî hişt ku çand û zimanê kurdî qels bibe û bi pêş nekeve.

Xwebişaftin an jî xwehelandin bi destê xwe koka xwe qelandine. Dagirker heta radeyekê ji bo bişaftinê hewl didin. Piştî demekê bi şûn de wê erkê dide civaka ku hatiye çewisandin. Mûm bi agir dihele û tu qîrîn jê dernakeve ji ber ku ew karê xwe dike. Lê mirov ne mîna mûmê ye. Qey em mûm in ku kî çawa bixwaze me ji bo jiyana xwe bihelîne? Bê guman na. Di roja me ya îro de bişaftin guheriye asteke din. Xawebişaftin derketiye pêş. Xwebişaftin ji encama bişaftinê ye. Dewletê bi salan ji bo bişaftinê xebatên ku neman kirin. Ji ber vê yekê jî xwebişaftin derket holê.

Pêşiyên me gotine ku zimanê me çermê li ser laşê me ye. Ji ber vê yekê jî mirov nikare çermê xwe ji laşê xwe bike. Lê dagirkeran tim xwestine ku kurd çermê xwe ji ser laşê xwe bixe birîndar bibe, nexweş bikeve.


Bawer Agirî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê