Ahenga Rengan - Kîjan Reng bi Kîjan Rengan re li Hev Tê?

Reng, ji modayê heta sêwirandina grafîkê, ji dekorasyonê heta çapxaneyê di gelek qadên jiyana me de cihekî girîng digirin. Di jiyana me ya rojane de tiştên ku li pêş çavên me xweşik xuya dikin, li pişt wan ahenga rengan heye. Heke ev ahenga xwezayî tunebûya gelek tişt dê bê wate bûna. Ahenga rengan bizanebûn an jî bêzanebûn bandorê li ser zewqa têgihiştina me dike. Ji ber vê yekê jî ji bo ku reng li hev werin, mirov dikevin nava hewldanan. Hin kes sibehê rengên lihevhatî li xwe dikin, hin kes jî di qada kar de ji bo pesinan werbigirin, ji bo sêwirandina kartvîzîtan rengên lihevhatî yan jî rengên biaheng bi kar tînin. Heke em werin ser pirsa kîjan reng li kîjan rengî tê, em dikarin bibêjin ku di vê mijarê de gelek xebatên zanistî hatine kirin. Lê belê kîjan reng li kîjan rengî tê, ev girêdayî zewqa mirovan e. Yanî mirov bi awayekî teqez nikare bibêje ev reng ji bo te xweşik e yan jî mirov nikare bibêje îlem ev reng li hev tên. Lê rastiyeke wiha heye ku divê em bibêjin, bi salan e l...