Navên Bajar û Navçeyên Kurdistanê
Her çi qas
komxebata Rêbera Rastnivîsê biryara ‘’divê em hemû navdêrên nêr bitewînin’’ dabe;
navên herêmên Kurdistanê wekî ‘’Kurdistana Bakurî, Kurdistana Başûrî,
Kurdistana Rojhilatî, Kurdistana Başûrê Rojavayî’’ dabeş kirine û li ser me
ferz kiribin û kêfa me ji vê yekê ra nehatibe jî, lê hinek mijarên xweş jî
derpêş kirine. Yek ji wan jî navên bajar û navçeyên Kurdistanê ye. Min jî ji bo
we li gorî herêman hejmara bajar û navçeyan kom kirin. Li gorî vê yekê li Bakur
25, li Başûr 6, li Rojhilat 4 û li Rojava jî 2 heb bajarên kurdan hene, bi
giştî dike 37 bajar. Di nav van bajaran da bi 37 navçeyên xwe ve bajarê Urmîyeyê
yê herî zêde xwedî navçeyan e. Bajarên ku herî kêm xwedî navçeyan in Colemêrg, Îdir, Helpçe û Kerkûk e. Ji van bajaran jî her
yek 3 heb navçeyên wan hene. Wekî encam li her çar perçeyên Kurdistanê 37 bajar
û 336 navçe hene.
Kerem bikin
li gorî herêmên Kurdistanê navên bajar û navçeyan bixwînin.
Bakur
Agirî, Avkevir,
Bazîd, Dutax, Gîyadîn, Panos, Xamûr, Zêtkan
Bedlîs,
Adilcewaz, Hîzan, Motkan, Norşîn, Tetwan, Xelat
Çewlîg, Azaxpêrt,
Bongilan, Çêrme, Dara Hênê, Gêxî, Kanîreş, Korxol
Colemêrg, Çelê,
Gever, Şemzînan
Dêrsim,
Çemişgezek, Mêzgir, Pêrtag, Qisle, Pilemurîye, Pilûr, Xozat,
Dîlok (Entab), Ereban,
Bêlqis, Çinçin, Îslahîye, Qirqamîş, Kele, Komirlî, Mezmaxor, Tixbişar
Amed, Bismil,
Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Gêl, Farqîn, Hezro, Hênê, Karaz, Licê, Pasûr, Pîran,
Şankuş
Batman (Êlih),
Heskîf, Hezo, Kercews, Qabilcewz (Sason), Qubîn
Erdexan, Çildir,
Dêmal, Mêrdînik, Posof, Xanek
Erzirom, Aşqele,
Avnîk, Azort, Bardiz, Çat, Çêrmik, Gogsî, Hesenqele, Îspîr, Norgeh, Oltî,
Qereçoban, Tatos, Tawûsker, Tortim, Xinûs/Kela, Xoresan
Erzingan, Ciminî,
Êgin, Gercan, Îliç, Mose, Kemax, Qerequlax, Têrcan
Îdir, Başan,
Qulp, Têşberûn
Kilîs, Elîyê
Mentarê, Girê Mirad, Ispenaq
Meletî, Arguwan,
Arxa, Aywalî, Çermiktî, Darende, Erebgîr, Hekîmxan, Keferdiz, Meletîya Kevin,
Mihacir, Qela, Şîro, Wêranşar
Meraş, Afşîn,
Albistan, Andirîn, Bazarcix, Cela, Cerîd, Giksûn, Kurdoxlî, Nûrheq
Mêrdîn, Dêrik,
Kerboran, Mehsert, Midyad, Nisêbîn, Qosar, Rişmil, Stewr, Şemrex
Mûş, Dêrxas,
Gimgim, Kop, Milazgir, Têlî
Qers, Cilawûz,
Dîgor, Qaxizman, Sarîqamîş, Selîm, Şûregel, Zarûşad
Riha, Bêrecûk,
Curnê Reş, Heran, Hewag, Kanîya Xezalan, Pirsûs, Serê Kanîyê, Wêranşar, Xelfetî
Semsûr, Aldûş,
Bêsnî, Cêlikan, Kolik, Semsat, Serê
Golan, Sincik, Tût
Sêrt, Dihê,
Hewêl, Misirc, Şêrwan, Tilo, Xosxêr
Sêwaz, Axvanîs,
Bilekan, Dîwrîg, Ezbider, Gemerek, Gurin, Hefîk, Maciran, Norxan, Qenqal, Qolhîsar,
Şarqişla, Tecer, Tonus, Tozanî, Zara
Şernex, Basan,
Cizîr, Elkê, Hezex, Qileban, Silopya
Wan, Artemêt,
Bazîdaxa, Bergirî, Elbak, erdîş, miks, Qlqelî, Şax, Westan, Xawesor, Xoşab
Xarpêt, Axin,
Baskîl, Dep, Keban, Maden, Mîyaran, Palo, Qowancîyan, Xuleman, Xûx
25 bajar, 204 navçe.
Başûr
Dihok, Akrê,
Amêdî, Sêmêl, Şêxan, Zaxo
Helepçe, Pêncwîn,
Seyidsadiq, Şarezûr
Hewlêr,
Bineslawe, Çoman, Dibege, Dîyana, Gelale, Giwêr, Hacî, Omeran, Koye, Mexmûr,
Mêrgesor, Qerac, Qesrê, Soran, Rewandiz, Selahedîn, Şeqlawe, Xebat
Kerkûk, Hewêce,
Daqoq, dibis
Mûsil, Mexmûr,
Şingal, Tilehfer, Tilkêf
Silêmanî,
Çemçemal, Derbedixan, Dûkan, Kelar, Kifrî, Mawet, Pişder, Qeredax, Ranye,
Şarbajêr, Xaneqîn
6 bajar û 44 navçe.
Rojhilat
Îlam, Asmanawa, Awdenan,
Bedre, Çerdawil, Çewar, Dêliran, Dirêşar, Eywan, Melikşay, Meyme, Mêran,
Mûrmûrî, Serawbax, Şêrwan, Zerênabad, Zerne
Kirmanşan, Bêstûn,
Ciwanro, Gêlan, Hersîn, Himeyl, Kengawer, Kirin, Kûzeran, Mayeşt, Newsûd,
Nodşe, Pawe, Qesirşîrîn, Riwanser, Sehne, Selas, Serpêlê, Zehaw, Sunqur, Şabad,
Tazeabad
Sine, Bane,
Bazirgan, Bîcar, Dîwandere, Kmayaran, Merîwan, Qurwe, Sahib, Seqoz, Sewlawa
Urmîye, Biradost,
Bokan, Çildêran, Deştebêl, Dîlmeqan, Enzil, Kotol, Makû, Mehabad, Mêrgever,
Mihemedyar, Mîyandav, Nazlû, Nexede, Pîranşar, Poldeşt, Qerezîyaedîn, Rebet,
Selmas, Serdeşt, Soma, Şahîndij, Şino, Şot, Tikab, Tirgever, Xoy
4 bajar û 74 navçe.
Rojava
Hisîça, Amûd,
Dêrik, Dirbêsî, Qamişlo, Serê
Kanîyê, Tirbespî
Efrîn, Bilbilê,
Cindêris, Kobanî, Mabetan, Raco, Şeran, Şîyê
2 bajar û 14 navçe.
Bi giştî 37 bajar û 336 navçeyên Kurdistanê hene.
Bawer Agirî
Bawer Agirî
Hişyarî! Hûn dikarin nivîsan ji vê rûpelê kopî bikin û di malperên xwe da parve bikin, lê bi şertê ku hûn vê blogê wekî çavkanî nîşan bidin.
Yorumlar
Yorum Gönder