3 Ağustos 2017 Perşembe

Dem ne Dema, Safewî, Osmanî û Ereban e

Şengal ji bo komkojiyê bi tenê nimûneyeke ji bo dema nêzîk. Heke em bi giştî qirkirina kurdan hildin dest, em ê baştir bigihêjin encamên rast. Dema ku artêşên îslamê ketin axa Kurdistanê komkojî dest pê kir. Kurdên ku ji ber bêçarebûnê îslam qebûl kirin, ketin rewşa koletiyê. Çi çaxa ku kurdan îslam qebûl kirin, wê demê bindest, şerpeze, koçber û perîşan bûn.

Dema ku mirov li kurdên sûnî dinêre yên xwe nas dikin ne tê de, meyla wan a radestbûnê, gelfirotinê û nokeriyê hîn zêde xuya dike. Çimkî di bin hişê wan de şopên serîtewandinê bi cî kirine. Gelekî ku bi darê zorê hatibe bindestkirin, çand û hunera wî hatibe guhartin, ziman hatibe bişaftin, rihê netewebûnê pê re tune be ne mimkun e ku di demeke kin de were ser hişê xwe.

Hêzên desthilatdar piştî bidestxistina axa neteweyekê, ji bo mayîndekirina destkeftiyên xwe hemû cure hîleyan dixin dewrê. Yek ji wan hîleyan jî ''Heke hûn dengê xwe nekin, em bira ne.''  Bira? Bi çi awayî? Heta kengê? Bi rastî jî em ê bibin bira? Dema ku mirov li rastiyê û li rûdanan dinêre kurd bi piranî bi van gotinên navborî hatine xapandin.

Wekî encam bê guman kurdên niha ne kurdên berê ne û dem jî ne dema hukimdariya Safewî, Xelîfetî û Osmaniyan e. Ji ber vê yekê jî kirinên berê ku li ser me ferz dikirin, niha nikarin ferz bikin. Ev di encama berxwedanê de bi dest ketiye. Îcar dagirker niha hem bi rêbazên berê dixwazin kurdan têxin bin tesîra xwe, hem jî dixwazin bi taktîkên nû yên bandorker kurdan bikêşin aliyê xwe. Divê kurd di vê mijarê de hişyar bibin.

Bawer Agirî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder