Ehmedê Xanî (1651-1707, Hekarî)

Ehmedê Xanî helbestvan, nivîskar û fîlozofê herî mezin ê gelê kurd tê nasîn. Xanî, di wêje û toreya durdî de wekî stûneke bingehîn tê pejirandin. Xanî wêjevan, zanyar, rewşenbîr û derhênerê ramana serxwebûn û azadiya gelê xwe tê dîtin. Ehmedê Xanî xwe bi xwe dîroka jidayîkbûna xwe di malikekê de diyar kiriye:
"Lewra ku dema ji xeybê fekbû
Tarîx hezar û şêst û yek bû " 
Wekî ji helbestê jî xuya dike Xanî di sala 1651’ê de li Bazîdê ji dayîk bûye. Navê bavê wî Şêx Îlyas e. Bapîrê Eyas û Kalê jî Rustem e. Navê wî yê rast Ehmed e. Nasnavê wî jî Xanî ye. Xanî li bajarê Dîza Sipî (Beyazîd) ê ji eşîra Xanîyan e. Ji ber ku malbata wî malmezinek bû, hêj di biçûkatiya Xanî de bavê wî ew daye xwendinê. Li Medreseyan waneyên zanistî û li dîwanxanan jî waneyên cîhanî girtine.  Mezin dibe û pileya xwendina wî pêş dikeve, ji bo fêrbûna xwendina erebî diçe di nav feqan de, di wê demê de exbala herî mezin ew bû ku kesek bikare biçe nava feqan û fêrî erebî bibe. Ehmedê Xanî li Bazîdê û li derdora wê dixwîne, piştre diçe bajarê Riha, Exlat û Bidlîsê zanistê fêr dibe. Piştre derbazî Qahîrê dibe, li Qahîrê di dibistana El Ezher de dixwîne û wekî xwendekarekî gelekî serkeftî bawernameya vê zanîngehê bi dest dixe. Di heman cihî de, bi hebûn û jana gelê xwe dihese. Piştî dizivire Kurdistanê, li ser welatparêziyê kûr dibe. Ji bo bikaribe hestên welatparêziyê li Kurdistanê belav bike mewlûdekê dide û bi riya mewlûdê bi ciwanan re civîneke amojgariyê pêk tîne. Her wiha ji bo heman armancê ji çîroka Memê Alan, destana Mem û Zîn dafirîne. Dîsa li ser pêşxistina hevgirtin û xwenasîna kurdan gelek helbestan dinivîse. Ehmedê Xanî hê di dema kurd hişiyar nebûyî de, hêjatî û rûmeta wêje û zimanê xwe zaniye. Berhemên xwe bi zimanê  kurdî nivîsandine. Sedema ku wê demê bi kurdî nivîsandî jî wiha aniye ziman:

“Xanî ji kemalê bêkemalî
Meydana kemalî dîtî xalî
Yanî ne ji qabil û xebîrî
Belkî bi teessûb û eşîrî” 
Xanî di sala 1707'an de çûye ber dilovaniya Yezdan. Ew li bajarê Bazîdê hatiye veşartin. Gora wî wekî dîtingehekê ye. Ehmedê Xanî; di sedsala XVII’an de jiyaye. Dema ku Xanî demeke wisa bû ku rojhilat ji rojava di warê zanistê de pêşketîtir bû. Ewropa lêgera derfetên çûna Asyayê digeriya. Di serdema Xanî de rewşa Kurdistanê pir balkêş bû. Kurdistan li gorî dema xwe ya derbas bûyî ya dema îslamê di qonaxeke herî bilind de bû. Her wekî mîrên kurdan di sala 1514’an de sefawî ji xak û bajarên xwe derxistin. Li ser xaka Kurdistanê ji sed salan zêdetir şerê di navbera osmanî û sefewiyan de domandiye. Ev şer ji beriya Xanî 11 salannbi peymana bi navê Qesra Şîrîn a di sala 1639’an de çêbûyî û Kurdistan kirî du parçe bi dawî bûye. Ev du parçebûn bû sedem di nava mîr û begên kurdan de nakokî û tevlîhevî çêbin. Vê lihevnekirinê şopên mezin di ramanên Xanî yên çandî û welatparêzî de hiştine. Ev bûyer dibin hevîrê ramanên Xanî û vê rewşê wiha dibîne.   
Wan girtî bi şûr şehrê
Şuhret Tesxirî kirin biladê hîmet  
Her mêrekî wan bi bezlê Hatem
Her mêrekî wan bi remzê Rustem  
Bi fikirin ji Ereb heta ve Gurcan
Kurmanciye bûye Şuphê burcan  
Ev Rum û  Ecem bi wan hesar in
Kurmanc hemî li çar kenar in  
Her du terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirine armanc  
Goya ku li serhedan kilîd in
Her taîfe sedek in sedîd in  
Ev qulzumê Rum û behrê
Tacik Hindî ku bikin xurûc û tehrik
Kurmanc dibin bi xûn muttex
Wan jêk vedikin misalê berze
Wate: Ehmedê Xanî napejrîne ku kurd bêxiret û ne wêrek in. Dibêje bajarê rûmetê bi şûr hatiye girtin. Welatê mezin biçûk kirin. Her mêrekî wan bi camêriya xwe mîna Hatemê teyî, her mêrekî wan bi mêraniya xwe wekî Rustemê Zal e. Ka bala xwe bidê û bihizire ku ji welatê ereban heya van gurcan, zimanê kurdî bûye wekî burcan. Kurd bûne sênca rom û eceman, kurd li derdor in. Her du alî jî kurd ji bo tîr û kevanên xwe kirine armanc. Kurd li sînoran wekî kîlîlan e. Her eşîreke kurd li ser tixubên wan wekî bendavekê girtiye.  Ev deryaya Tacîkistan û qelzûma romê çi qas bikin derketin û tevgerê kurd di nav xwînê dimînin. Kurdan wekî berzexê ji hev du cuda dikin. Ger padîşahekî me hebûya û tacek layêqî wî bidîta, ji bo wî textek bihata tayînkirin, bi eşkereyî ji bo me jî bextek vedibû. 
Li ser vê Xanî wiha dibêje:  
Kurmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetim û bêmecal in

Fil cumle ne cahil û nezan in
Belkî disefil û bê xwedan in  
Ger dê hebûya me jî xudanek
Alî keremek letîfe danek 
İlm û huner û kemal û îz’an
Şî’r û xezel û kitêb û dîwan  
Ev cins bibûya li bal wî mamûl
Ev neqd bibûya li nik wî meqbûl  
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn  
Bi navê rihê Melê Cizîrî
Pê hey bi kiriya Elî Herîrî  
Kêfek wê bida Feqiyê Teyran
Hetta bi ebed bimayî heyran. 
Wate: Ehmedê Xanî, gelê Kurd ne ku bê qîmet e, lê sêwî û bê derfet e. Dema niha wekî gel ne nezanin belkî ji hev qûtbûyî û bêxwedî ne. Ger me jî xwedanek  hebûya û ew xwediyê camerî, qenciyek bilind bûya, zanist, huner, qîmet, rûmet, helbest, xezel, kitêb, dîwan û ev li cem wî bihatana bikaranîn, ev tiştên amade li gel wî bihatana pejirandin, min dê alaya peyva mewzûn (gihandî) li banê gerdûnê bi navê rihê Melayê Cizîrî bilind bikira, pê Eliyê Herîrî sax kiriba, min ê keyfek wisa bida Feqiyê Teyran ku heta dawî bima heyran. 
Berhemên Ehmedê Xanî 
     1- Destana Mem û Zîn 2- Nûbihar 3- Eqîda Îmanê 4- Dîwana helbestan Ferheng

Şuhret: Binav û deng
Tesxir:Biçûkirî
Bilad: Welat
Hîmet: hêz
Remz: Sembol
Şuphê: Mîna
Hesar: Sênc
Sed: bendav
Sedîdî: girtî
Qulzum: derya-okyanus
Xuruç: derketin
Tehrîk: beridandin-gurkirin
Mutex: gera xwînê de mayîn
Bêkemal: bêqîmet
Bêmecal:Bêderfet
Sefîl:Hejar
Alî: Bilind
Keremek: qencî
Letîf: dilnizmî, başî
Mamûl:tiştê tê bikaranîn Meqbûl:Pejirandin- erê kirin binirxe Ebedî:bê dawî
Mewzûn:Gihandin
Îz’an:Meznahî
Taîf:Bir 


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê