Baba Tahirê Uryan (938-1010)


Yekemîn danerê çarikan bi zimanê Kurdî û hozanvanekî Kurd e. Ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Hemedanê ye. Ew bi Baba Tahirê Uryan,  Baba Tahirê Hemedanî û Baba Tahirê Lorî jî tê naskirin.  Navê wî rast Tahir e. Ji ber ku ew ji hêjayên ola yarsan bû; digotinê Baba ku hemwateya peyva pîr e, ya ku bo rêberên olî dihat bikaranîn. Wî bawerî bi sofîzmê dianî û ji ber vê yekê jî navê Uryanî yanî rûtî li xwe kiribû. Ew di sala 938’an de li Hemedanê ji dayîk bûye û her li heman cihî di sala 1010’an de koça dawî kiriye. Ji eşîra Loran e. Wekî tê zanîn Lor di nava Kurdan eşîrek dîrokî ne. Baba Tahir helbest û şîretên xwe bi kevintirîn zaravayê lorî nivîsandine. Li gorî gelek jêderên dîrokî yên kevin Baba Tahir Kurê malbatek xîzan bû. Baba Tahir kesayetek jîr, şareza, aqilmend û xwedî hişek fireh bû. Her çi qas wî bi zaravayê Lorî nivîsandibe jî lê Goranî jî dizanî; her wiha wî carnan zaravayên din jî tevlî helbestên xwe dikirin û wî bi riya helbestê, xwe  bi vî awayî daye naskirin.

“Ez ustadê zimanê pehlewî me
Ji kitaba evînê re mesder im
Ey Xweda eşqa Tahir bê nîşan e
Ku ji işqa seneman pê pî û ser im”

Divê neyê ji bîrkirin ku zimanê Pehlewî, maka Zimanê Kurdî ye û jê re kurdiya kevin jî tê gotin. Baba Tahirê Hemedanî; Piraniya temenê xwe bi Tasawûfê re derbaz dikir. Dev ji lezet û keyfa cîhanê berdabû. Li şûna xwarin û vexwarinê kêf ji fêrbûn û fêrkirinê distand. Piraniya helbestên wî li ser hezkirina Xwedê û Tasawûfê ne û afrênerîn e; lê di nava helbestên wî de, helbestên evîndariya rast jî tên dîtin.

Ez ew sotî dilê bê pî û ser im
Ku dilê sotî bi eşqa dîlber im
Dilê min daxdayî ye, ji lalerûyan
Di demarên xwe de xwedî nişter im

Ruwê yar ger cilwe dike, di dil de
Bi şahî ez ji tevan ronîtirim
Di xefka ziman de, ez wa mustarib
Weku nêçirê wehşî birîndar im

Ku ji bilî eşqa te di dil de tiştek hebe
Nav heftê û du gelan de kafir im
Di hedefa vê dunyaya fanî de
Wek tîrek şikestî û bê per im

Her disojim, disojim, her disojim
Bi germî ez ji agir, agirtir im
Ez im Tahir, ku bi derd û Cefayê  Xulamtiyê ji Muhemmed re dikim

Lalerûyan:Rûyê wan wekî laleyan
Nişter:Sîxê ji bo berdana xwîna laşê mirvo
Cilwe: Naz
Mustarib:Kesê xemkêş
Fanî:Ya tune dibe
Cefa: Xem
Rût: Tazî


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê