Food Porn Çi ye?

Ev nav her çi qas erotîk û seksê bîne mirov jî, di van salên dawî de restoranên mezin çi yên di nav welatekî de, çi jî yên navneteweyî ji bo xwarinên xwe di hişê mirovan de bi awayekî bandorker bi cî bikin, makîneyên wêneyan û kamerayên herî pêşketî bi kar tînin. Şûna ku bi awayekî asayî reklamên xwarinên xwe bikin, bi zanebûn û hostayî wêne û dîmenên xwarinan di kêliya herî dilkêş û biçêj de dikêşin û her wekî ew wêne yan jî dîmen jirêzê ye, belav dikin. Bi vê ve gêrêdayî bi liv û tevgerên ecêb yên ku nefsa mirov radikin û madê mirov vedikin bi kar tînin. A ji vê yekê re dibêjin ''Food Porn''.

Restoranên mezin berê dema ku kamera û makîneyên pîkselên wan baş nîn bûn(makîneyan wêne reş û spî derdixistin), reklamên xwe di rojname û kovaran de belav dikirin. Lê niha rewş hatiye guhartin. Niha makîneyên wêneyan ên pîkselên wan baş û kamerayên herî pêşketî derketine. Bi vê ve girêdayî sosyal medyayê jî pir baş bi kar tînin. Ev hemû deref dihêlin ku sermayedar li her derê, bi hêsanî li gorî berjewendiyên xwe lotikan bavêjin.

Her wekî hûn jî dizanin ji bo me xwarinên bitendurist pir girîng in. Lê ev fikir ji bo sermayedararan ne girîng e. Ji bo wan tenê pere girîng e, ne tenduristiya mirovan, ne jî hêza mirovan a têra kirîna wan xwarinên sexte û tijîmadeyên nediyar dike ne di xema wan de ye.

Restoran ji bo xwarin di wêne û dîmenan de zindî, dilkêş, biçêj û xweşik xuya bikin, ji bo qehweyî dûmana pembû (dûmanê li pişta sehneyê çêdikin), ji bo kolayê tabletên antîasît yên ji bo mîdeyê, şirûb û maketên plastîk, ji bo besteniyê zeliqok û hinek teknîkên din, ji bo goşt boyaxa solan a sor bi kar tînin. Werin em bi hev re bibînin ka sermayedarên çavsor bi reklaman ji bo xwarinên xwe yên netendurist û sexte bifiroşin rêbazên çawa bi kar tînin.

1- Di rewşa asayî de qehwe ne bi vî rengî ye. Ji bo vî teşeyî bidin, pixûrê bi kar tînin. Di xwarinan de bi tu awayî dûman bi vî awqayî dernakve. Ev rêbazek e, rêbaza duyemîn jî di wêneyê duyemîn de ye.
2- Ji bo wêne yan jî dîmen dilkêş xuya bike û bala mirov bikêşe, carinan cîhazên teknolojîk jî bi kar tînin. Her wekî di wêne de jî xuya dike yan pembû dixin cîhazê û datînin pişt wêne ji bo balkêş xuya bike, yan jî ji bo maweya dûmanê dirêj bibe şil dikin dixin hundirê firina hûrepêlê. Ew dûmanê ne tenê ji bo reklamên qehweyê bi kar tînin, ji bo hambûreger û gelek tiştên din jî bi kar tînin.

3- Mijareke din a girîng jî qeşaşîr e. Di rewşa asayî û binê lambeyên pêxistî de, destê mirov de qeşaşîr pir zû dihele. Baş e, wan çi kiriye  kuqeşaşîr hem nahele, hem jî dilkêş xuya dike? Li wêneyê çaran binêrin.
4- Ev ne henek e ji kartolên perçiqî û bi boyaxê teşe danê. Binêrin qeşaşîr çi dilkêş xuya dike ne wisa? Di reklaman de ji bo zindî û dilkêş xuya bike, her wiha ji bo madê mirov biçê vê rêbazê bi kar tînin. Kartolan dikelînin, diperçiqînin û boyaxêjî dixin navê û servîsê reklamê dikin. Fermo ji we re qeşaşîra nûwaze'..

Min dil hebû ku ez gelek nimûneyên din jî nîşan bidim, lê ez dibêjim qey ev qas bes e. Her wekî min li jorê jî got, ji bo goşt dilkêş û sor nîşan bidin boyaxa solan lê dixin. Her wiha ji bo şûşeya kolayê balkêş bibe û dilê mirov biçe kolayê qedehê yan jî şûşeyê ji der ve şil dikin û maketên dişibin qeşayê dixin hundirê wê dixemilînin. Di ser de kapsûlên dermanê ji bo mîdeyê tê bikarannîn ên antîasîtê  dixin navê ji bo kola binepixwe û peqik peqikî bibe, dûre pêşkêşî ekranan û servîsî sosyal medyayê dikin. Ez di dawiyê de wêneyekî bêehlaqiya restoranan nîşan dide pêşkêşî we dikim û dibêjim ku televîzyon, reklam, fîlmên beredayî(rêzefîlmên tirkan giş beredayî ne divê mirov sêr neke her wiha yên ereban jî) temaşe nekin û bi zarokên xwe jî nedin temaşekirin.

5- Ji bo bidestxisitna pere tiştê ku sermayedar nekin nîn e. Binêrin di vir de jinê çawa bi kar tînin. Ev wêneyê bêexleqî û bêwijdaniyê ye. 

Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çand çi ye?

Navên Mehan / Mehên Salê